Demîrtaş: Aştî nebe, hilberîn û çandinî jî nabe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di serdana xwe ya li Hala Fêkî û Sebze ya Bayrampaşa de got, "Heta aştî nebe, hilberîn û çandinî jî ne pêkane."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di serdana xwe ya li Hala Fêkî û Sebze ya Bayrampaşa de got, "Heta aştî nebe, hilberîn û çandinî jî ne pêkane."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbjartinê de Komeleya Bazirgan û Komîsyonvanên Fêkî û Sebze ya Stenbolê (ÎMESKOM), Komeleya Komîsyonvanên Bostan, Sebeze û Fêkiyê Şil a Stenbolê (ÎSMEYDER) û esnafên hala Bayrampaşa ziyaret kir. Parlementerên HDP'ê Sezaî Temellî û Celal Dogan jî tevlî gerê bûn û Demîrtaş û heyeta pê re li pirsgirêkên esnaf û welatiyan guhdarî kir.

Demîrtaş di gerê da axivî û wiha got: "Dewlet dibêje divê hin zeviyên karkerê biçûk, esnafê biçûk û cotkarên bên bisînorkirin. Dibêjin ji ber ku 'hejmara wan gelek in, kontrolkirina wan zor e, em buhayê wan nikarin kontrol bikin, ji ber wê em wê wan xilas bikin bila ew jî bên Stenbolê weke hêza kar a erzan bixebitin'" Demîrtaş anî ziman ku ev pêkanînên şaş wê bibe sedema facîayan û wiha axivî: "Pirsgirêk tenê ya firengî, xiyar nîn e ya çandiniyê ye. Eger hûn hilberînerê biçûk bikujin wê demê li welat hûnê çandê, helbest û romanê jî xilas bikin."

Demîrtaş da zanîn ku Tirkiye xwedî qada çandîniyê ya têra xwe bike heye û bal kişand ser pêvajoya şer û wiha got: "Berî her tiştî hedefa me aştî ye. Eger aştî pêk neyê hilberîn û çandinî jî çênabe."

Piştî Demîrtaş axaftina xwe bi dawî kir bi esnafan re taştê xwar. Demîrtaş piştre ji halê derket.