Demîrtaş: Aştî, azadiya çand û zimanê gelan e

Demîrtaş: Aştî, azadiya çand û zimanê gelan e

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di gera xwe ya Colemêrgê de da xuyakirin, ku hukûmet ji bo pêvajoya aştiyê bide destpêkirin 14 salan dereng maye û got, "Lê, bi şînbûna hêviyên nû re, aştî ji her demê bêtir nêzîktir e."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Colemêrgê dest bi gera xwe ya 3 rojan kir. 

Demîrtaş, serê sibê li qada Azadiyê, ji aliyê Endamê Meclîsa Partiyê M. Siddik Akiş, Hevserokên BDP'ê yên bajarê Colemêrgê Esmer Tekîn û Rahmî Kûrt, Şaredar Fadil Bedirhanoglû, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û şaredarên navçeyan hat pêşwazîkirin.

Demîrtaş destpêkê beşdarî merasîma vekirina otogarê bû û dûre avahiya şaredariyê bû.

Demîrtaş li ber avahiya şareseriyê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma "Kurdistan bi we serbilind e" hat pêşwazîkirin.

Demîrtaş di axaftina xwe ya li vê derê de Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî û Lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû bi sorkirina şer rexne kir û got, "Eger vana rojekê li nuqteya kontrolê ya Depîn nobetê bigire, emê bibînin ka roja din dîsa şer sor dikin an na."

Demîrtaş got, "Gava gelên vê axê bi awayekî azad çand û zimanê xwe bikar bîne, navê wê aştî ye. 

Demîrtaş bal kişand ser hevdîtinên wan ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine û destnîşan kir, ku bi van hevdîtinan re ew bi lez û bez ber bi aştiyê ve meşiyane. 

Hevserokê BDP'ê axaftina xwe weha dewam kir:

"Di hevdîtinê de birêz Ocalan ji me re got; 'Dewletê 14 salan serî li me gerand. Me xapandin û xwestin pirsgirêkê bi vî rengî çareser bike.' Gava em çûn giravê, me dît ku rêberekî gelekî ku di nava çar dîwaran de fikir, nêrîn û zanyariya xwe parastiye û em pê re ser bilind bûn. Li gel tedbîrên ewlekariyê, yekane mirovê azad ê li wê giravê birêz Ocalan bû."

Demîrtaş pêvajoya vekişînê ya piştî çend rojan destpê bike jî nirxand û destnîşan kir ku ew weke BDP'ê wê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.