Demîrtaş: Almanya nikare yek milyon Kurdî qedexe bike!

Demîrtaş: Almanya nikare yek milyon Kurdî qedexe bike!

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş ku di meşa li paytextê Almanya Berlînê bi beşdarî 30 hezar zêdetir Kurdistanî û dostên wan bi daxwaza “Bila piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê, qedexeya PKK’ê rakin” pêkhat de axivî û got: “Almanya nikare yek milyon Kurdî qedexe bike.”

Li Almanyayê ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ku îsal 20’mîn sala xwe tije dike, saziyên civaka sivîl, parêzvanên mafê mirovan ên Alman û Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin li Berlînê gihan hev. Meşa ku ji aliyê Înîsiyatîfa “Tatort Kurdistan”ê ve bi navê “Bila piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê, qedexeya PKK’ê rakin” zêdetirî 30 hezar kes beşdarbûn.

Meşa ku li Alexanderplatz ya Berlînê destpêkir, ji dervey Almanya, Kurdistaniyên Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre û Holandayê beşdarbûn. Polîsên Berlînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê komkirin, bi dirêjahiya meşê çalakvana guhdar nekir.

Girseya ku gelek posterên Ocalan û alên PKK, KCK, YPG û HPG’ê hilgirtin, daxwazkirina ku di demek kurt de qedexeya PKK’ê rabe. Çalakvanên ku şoreşa Rojava jî silav kirin, silogana “Bijî Serok Apo” ku ew jî li Almanyayê qedexeya bênavber qîriyan. Li gel komên çep ên Almanyayê, dezgehên koçberan ên Tirkiyeyî weke DÎDÎF, AGÎF û Partîzan beşdarbûn û piştgirî dan.

KURD XWEDÎ LI DOZA XWE DERDIKEVIN’

Di bin tedbîrên ewlekariyekî berfireh ya polîsan de , girse ber bi navenda bajar ve meşiya û derbazî qada Brandenburg Tor ya nêzî Meclisa Federal bûn. Di mitînga li vê derê de Hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi hev re derketin ser dikê û Kurdistanî silav kirin.

Demîrtaş anî ziman ku, Kurdên li Almanyayê jiyan dikin, ji ber ku di bin zextan debûn hatine diyasporayê û got: “Lê belê gelê me li welatên ku niha lê jiyan dike jî di bin zextan de ye. Bila herkes vê bizane ku, dildarên azadiyê dê li rexmî hemû desthilatdaran jî xwedî li doza xwe derbikevin. Encamê vê ye ku îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Ji bo aştî û çareseriyê di nava diyalogê de ne. Eger Ewropa û Almanya dixwazin tevkariyê bidinê, pêwîste qedexeya PKK’ê bidawî bike. Ji ber ku li Almanyayê qedexeya PKK’ê xizmeta aştiyê na ya neçareseriyê dike. Eger Almanya dixwaze piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê divê dawî li qedexeyê bîne. Pêwîste samîmî nêz bibe.”

DEMÎRTAŞ: PÊWÎSTE XELETIYÊ RAST BIKIN

Demîrtaş bibîrxist ku li Almanyayê yek milyon Kurd jiyan dikin û got: “Ez ji we pirs dikim çawa yek milyon kes dibe terrorist? Tu kes nikare ev qas Kurdan qedexe bike û terrorist îlan bike. Kurd li vir jiyan dikin. Xwe rêxistin dikin, xebat dikin û tevkariyê didin aboriya welat. Pêwîste Almanya vê bibîne. Hikumeta ku nû ji hilbijartinan derketî, êdî pêwîste daxwazên Kurdan berçav bigire. Divê xeletiya salan sererast bikin.”

Selahedîn Demîrtaş qedexekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke skandalekê binavkir û biberdewam ev tişt gotin: “Qedexekirina van poster û alan skandalekî hiqûqiye. Dijberî nirxên gerdûniye. Qedexekirina wan tiştekê îfade nake. Ji ber Ocalan di ode, mal û dilê herkesê de ye.” Selahedîn Demîrtaş behsa Rojava jî kir û da diyarkirin ku, li wir şoreşek heye û ev ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn mînakeke.

‘JI BER QEDEXEYÊ KURD DIBIN ZEXTAN DE NE’

Li ser navê DÎDF’ê Ozlem Alev Demîrel jî axivî û bizimanekî tund Almanya rexne kir. Demîrelê got: “Qedexeya li ser PKK’ê bêwateye.” Demîrelê anî ziman ku, Almanya şûna PKK’ê qedexe bike bila partiya nijadperest NPD’yê qedexe bike.

Heike Geiskeid jî da diyarkirin ku, pêwîste Almanya qedexeya li ser PKK’ê rake û wiha axivî: “Kurd êşa vê dikişînin. Ji ber ku Kurd ji ber qedexeya PKK’ê, di bin zextekî mezin de ne. Zirarên vê dibînin. Ev bûyerekî civakiye. Ji ber vê çendê pêwîste di demek kurt de ev qedexe rabe.”

Mitîng bi stranên Hozan Bengîn Agirî û Sîmar di demjimêrên şevê de bidawî bû.