Demê binçavkirina HDP’yiyan hate dirêjkirin

Demê binçavkirina HDP’yiyên ku piştî êrîşa bombeyî ya 10’ê Kanûnê li Beşîktaşê hate lidarxistin û şûn de di serdegirtinên mal û avahiyên partiyê de hatin binçavkirin, hefteyekê hate derêjkirin.

HDP’yiyên ku piştî êrîşî bombeyî ya li dijî polîsên hêza çewîk a li Stenbolê û şûn de hatibûn binçavkirin, hê jî li Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin.

HDP’yiyên ku ev 17 roj in di bin çavan de ne, demê binçavkirinê 7 roj din jî hate zêdekirin.

Di nava HDP’yiyên ku di bin çavan de Hevserokên bajêr Ayel Guzl û Dogan Erbaş jî hene.

Guzel li mala xwe û Erbaş jî li pêşiya avahiya partiyê hatibû binçavkirin. Li Taksîmê jî polîsan bi ser avahiya partiyê de girtibûn, avahî serûbino û talan kiribûn, nivîsên nîjatperestî li ser dîwaran nivîsîbû.