Bi pakêta nû ya makeqanûnê ku dê bê rojeva Meclîsa Tirkiyeyê, dê pêkanîna demboriyê ya li hemberî dozên îşkenceyê ji holê bê rakirin û hat diyarkirin ku dê mafên parêzer û dozgeran li ber dadgehan bibin wekhev.
Li gorî rojimêra ji aliyê Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn ve hate aşkerekirin, sererastkirina nû ya qanûnê ya ku weke pakêta 4emîn a darazê tê binavkirin, dê di civîna Lijneya Wezîran de bê gotûbêjkirin. Bi armanca pêşîlêgirtinên dozên li DMMEyê li hemberî Tirkiyeyê tên vekirin û girtinên demdirêj, pêkanîna “demboriyê” ya li hemberî dozên îşkenceyê dê ji holê rabe.