Dema ragirtina li binê çavan, di dema Rewşa Awarte de bû 30 roj

Biryarnameya destpêkê ya Rewşa Awarte li Rojnameya Fermî hat weşandin û ket meriyetê. Li gorî vê yekê, dema ragirtina li binê çavan wê 30 roj in. Sînor li ber hevdîtina malbatan a bi girtî û hikumxwaran re danîn.

Bi Biryarnameya destpêkê ya di çarçoveya Rewşa Awarte de hat weşandin re bi sedan dibistan, nexweşxane, zanîngeh û sendîka hatin girtin. Dema ragirtina li binê çavan jî bû 30 roj.

Di çarçoveya biryarnameyê de ji saziyên ser bi rêxistina Fethûllah Gulen; 35 saziyên tenduristiyê, 1043 dibistanên taybet, 1229 weqf û komele, 19 sendîka û 15 saziyên hîndekariya bilind ên weqfê hatin girtin.

Li gorî vê yekê, dema ragirtina li binê çavan wê 30 roj in. Her wiha sînor li ber hevdîtina malbatan a bi girtî û hikumxwaran re danîn.