Dema destgîrmayîna 48 kesan hate dirêjkirin
Ji kesên di dema bîranîna qurbaniyên Pirsûsê de hatin destgîrkirin, dema destgîrmayîna 48 kesan hate dirêjkirin. Eşkere bû ku êşkence li wan hatiye kirin.
Ji kesên di dema bîranîna qurbaniyên Pirsûsê de hatin destgîrkirin, dema destgîrmayîna 48 kesan hate dirêjkirin. Eşkere bû ku êşkence li wan hatiye kirin.
Ji 54 kesên ku li Kadikoy a Stenbolê di dema bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê de hatin destgîrkirin, 4 parêzer û 2 zarok doh êvarê hatin berdan. Têkildarî 48 kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê destgîrkirî ne jî dozgeriyê biryar da ku dema destgîrkirinê 24 saetan bê dirêjkirin.
LI HUNDIRÊ WESAYITA POLÎSAN ÊŞKENCE LI WAN KIRIN
Hevserokê Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Ferat Bogatekîn ku muwekîlên xwe dît, diyar kir ku li ser bedena wan şopa lêdanê hebû û 4 saetan bi rengekî dest ji paş ve kelepçekirî di wesayitê de hate hiştin.