Dema cenazeyê Muslum Kaçîm ê YPG'yî anîn bûyeran rû da

Dema cenazeyê Muslum Kaçîm ê YPG'yî anîn bûyeran rû da

Polîsan nehiştin cenazeyê gerîlayê HPG'ê Muslum Kaçîm (Mervan Gezgor), bikeve Cizîrê, li her derê navçeyê çalakî destpê kir û çalakî didomin.

Li navçeya Daquq a Kerkûkê, di 29-30'ê Îlonê de ji aliyê HPG û pêşmergeyan li hember çeteyên DAIŞ'ê operasyon hat lidarxistin û di vê operasyonê de gerîlayê HPG'ê Muslum Kaçîm (Mervan Gezgor) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaçîm li ser deriyê sînor ê Xebûrê hat girtin û ber bi Amedê rê ket. Polîsan nehiştin cenaze bikeve Cizîrê û li ser vê yekê li navçeyê bûyer destpê kirin. Ji bo pêşwazîkirina cenaze welatî hatin, polîsan bi wesayîtên zirxî nehiştin cenaze bikeve navçeyê. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan û rastî mudaxaleya ava şid û bombeya gazê ya polîsan hatin.

Gelek welatî ji ber ku bombeyên gazê li wan ket, birîndar bûn û gelek welatî ji bombeyên gazê bi bandor bûn. Hinek bombeyên gazê li wesayîta cenaze ketin. Welatiyan jî bi keviran xwe parastin, li ser pira Cizîrê TIR rawestandin û rê ji trafîkê re girtin.

Li gelek tax û kolanên Cizîrê pevçûn didomin. Di vê navberê de ji ber ku nehiştin cenaze bikeve navçeyê, cenaze ber bi Amedê rê ket.