BI DÎMEN

DEM Partiyê strana hilbijartinê ya jinê da nasandin

DEM Partiyê di bernameya xwe ya li Enqereyê de strana nû ya hilbijartinê ya jinê da nasandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bernameya têkildarî danezana hilbijartinê ya li Enqereyê de strana hilbijartinê ya nû ya jinan eşkere kir. Gotinên stranê “Dema Star” ji hêla dengbêj Xalîde ve hatine nivîsandin û muzîk û aranjeya wê jî aydê Kemal Yildirim e. Stran ji hêla Jin MA û Axînê ve hat strîn.

Gotinên stranê wiha ne: 
 
Xwediyê dîroka kevnar
Dîrok hûnande her car
Xwezayê re bû hevpar
Dem wek rojê hîv û ar
 
Xwediya kofî û kitan
Rîşê şaran hûr badan 
Sûret bi deq û nîşan 
Ew vîn ewj jin û jiyan
 
Azadiya jin û jiyan
Dem e ya dengê te
Dem xwebûn e, deng bide
Dem e ya dengê te
 
Derkeve ser baniyan
Xweşke rake tililiyan 
Rabe êdî dema me 
Dem ji bo me bû star
 
Dem li gund û bajaran
Serhedê heya Botan 
Kulîlkên li deşta xerzan
Amed heya Behdînan