DEM Partiyê girtiyên li girtîgehan hatin qetilkirin bi bîr anî

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bal kişand ser Komkujiya 19'ê Kanûnê û ragihand ku li girtîgehan êşkence û tecrîd dewam dike.

KOMKUJIYA LI GIRTÎGEHAN

Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan daxuyaniyek weşandin û kesên di Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î de ku li 20 girtîgehan hate kirin 30 girtî hatin qetilkirin, nêzî 300 girtî birîndar bûn û hate gotin, "Ev komkujiya bi gazên kîmyewî û hovîtiyeke mezin hate kirin, ji aliyê dewletê ve navê 'Vegera li Jiyanê' hate kirin. Tevî ku di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûne hîn jî wezîfedarên dewletê yên berpirsyar nehatine cezakirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êşkence û komkujî hîn jî li girtîgehan dewam dike û hate gotin, "Li Girtîgeha Îmraliyê jî rêbazeke zextê ya taybet a ji tecrîdê jî girantir tê meşandin."

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê xwest, tecrîd tavilê bê rakirin.