DEM Partî: Gel wê bersiva pêwîst bide!
Desteya Rêveberiyên Demokratîk a DEM Partiyê got, "Dest ji dek û dolaban berdin, hurmetê nîşanî îradeya gelê Wanê bidin. Gel wê bersiva pêwîst bide."
Desteya Rêveberiyên Demokratîk a DEM Partiyê got, "Dest ji dek û dolaban berdin, hurmetê nîşanî îradeya gelê Wanê bidin. Gel wê bersiva pêwîst bide."
Desteya Rêveberên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind a têkildarî mafên memnu ya Zeydan hate dayin.
Daxuyanî bi sernavê “Dev ji lîstikên siyasî berdin, rêzê ji bo îradeya xelkê Wanê bigirin” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdara AKP-MHP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de serî li her rêbazên qirêjî daye. Hat destnîşankirin ku DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê bi dest xistiye û îktîdarê ev serkeftin ranegirtiye. Hat diyarkirin ku îktîdar demekî kin piştî hilbijartinê ketiye nava hewldanên kompasê û ev kompas li berxwedana gel qelibî ye. Bi domdarî hat diyakirin ku ji ber berxwedana gel, ji biryara xelet û nehiqûqî paşvegav hatiye avêtin lê îktîdar hewl dide heman senaryoyan dubare bike. DEM Partiyê, got ku îktîdar di çarçoveya dijminatiya li kurdan de demokrasiyê tune dike û wiha domand: “Zeydan, beriya hilbijartinê hemû ewraq radest kiriye û destûr hatiye dayin bikeve hilbijartinê. Biryara îadekirina mafên memnu jî ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatiye dayin. Dadgeha Bilind, îçtîhadên xwe binpê kir û ev yek nîşan dide ku biryareke siyasî ye.”
DEM Partiyê da zanîn ku bi biryarên nû re tunehesibandina biryarên berê encama aqilê siyasî yê komploger e. DEM Partiyê got ku tu rewatiya biryarên ne berjewendiyên gel lê yên îktîdarê diparêzin nîne û bang li îktîdarê kir ku xwe ji van hewldanan dûr bixe. Herî dawî jî hate gotin ku xelkê Wanê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst daye, heke hewce bike dê dîsa bersivê bide û banga rêzgirtina li îradeya xelkê Wanê kir.