DEM-KURD'ê xwest, bêhiqûqiya li Swîsreyê li Kurdan tê kirin bê qedandin

DEM-KURD'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser helwesta polîsê Kantona Bernê û rojnameya Blîckê ku Kurdan û hêzên demokratîk teşhîr dikin û ev helwest bi tundî şermezar kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (DEM-KURD), Tevgera Jinê li Swîsreyê û HDK-Swîsreyê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser helwesta polîsê Kantona Bernê û rojnameya Blîckê ku Kurdan û hêzên demokratîk teşhîr dikin û ev helwest bi tundî hat şermezarkirin.

DOZ LI MEXDÛRAN HAT VEKIRIN

Piştî bûyera ji ber xwepêşandana nîjadperestî ya 12'ê Îlona 2015'an ku ji aliyê Şaxê Swîsreyê yê UETD a AKP'e ve li bajarê Bernê hat derxistin, dozgeriyê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsînê de Polîsê Kantona Bernê û Dozgeriyê, der barê nîjadperestên rê li ber bûyerê vekir de lêpirsîneke cidî nemeşandin. Lê gelek Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyî yên ji ber bûyerê mexdûr bûn û xwestin nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin, ketin ber lêpirsînê.

HÎN BÛN KU PIŞTÎ TEŞHÎRKIRINÊ DOZ LI WAN HATIYE VEKIRIN

Gelek kesên ketin ber lêpirsînê, piştî ku bang li wan hat kirin çûn navendên polîsan û îfade dan. Hin kes jî, tevî ku neketine ber lêpirsînê, bang li wan hat kirin ku îfadeyê bidin. Derket holê ku li malpera înternetê ya Polîsê Kantona Bernê û malpera înternetê ya rojnameya Blîck a Swîsreyê, wêneyên van kesan hatine weşandin û hatine teşhîrkirin.

Gelek Kurdistaniyên ku neketine ber lêpirsînê, wêneyên wan ên di roja çalakiyê de hatin kişandin li van malperên navborî hatin weşandin û teşhîrkirin. Vê bêhiqûqiya rojnameya Blîck û Polîsê Kantona Bernê deng veda. Kurdistanî û dostên wan ên mexdûr dan xuyakirin, ku ev yek jiyana wan dixe nava xeteriyê û nerazîbûn nîşan dan.

DAXUYANIYA HEVPAR: EV YEK NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

DEM-KURD, Tevgera Jinê li Swîsreyê û HDK-Swîsreyê der barê mijarê de daxuyaniyeke hevpar weşandin û nerazîbûn nîşanî vê helwesta Polîsê Kantona Bernê û rojnameya Blîckê dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê ev bêhiqûqî derhal bê qedandin.

Saziyan gotin, "Ev rêbaz, di nava dewleteke hiquqê ya demokratîk de, bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye. Bêguman ev yek binpêkirina mafê mirovan e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev pêvajoya derveyî hiqûqê, ji ber peymanên demên dawî yên navbera Swîsre û dewleta Tirk de ye û hat destnîşankirin, ku divê Swîsre nebe hevparê polîtîkayên bêhiqûqî yên dewleta Tirkiyeyê.

Ji Polîs û Dozgeriya Kantona Bernê jî hat xwestin, ku dest ji vê rewşa bêhiqûqî berdin û bang li raya giştî ya Swîsreyê, hêzên demokratîk, komên polîtîk, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, yekîtiyên baroyan, karker-kedkar, akademîsyen, rojnamevan, hunermend û entelektûelan hat kirin, ku li dijî vê dîktatoriya Erdogan rabin.