DEM-KURD’ê kongreya xwe ya 4’êmîn pêk anî: Divê berxwedan geştir bibe

DEM-KURD’ê di kongreya xwe ya 4’emîn de li hemberî faşîzmê biryara geşkirina berxwedanê da.

Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Swîsreyê (DEM-KURD) kongreya xwe ya 4’emîn pêk anî.

Ligel sedan delegeyan Parlementerê Kantona Baselê yê Partiya Sosyalîst Mûstafa Atici, Edîbe Şahîn, Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç, Hevberdevkê HDK-A’yê Demîr Çelîk, akademîsyenê aştiyê Engîn Sûstam, çepgirên Tirkiyeyê û nûnerên partiyên Kurdistanê yên her 4 parçeyan beşdar bûn.


LI HEMBERÎ ERDOGAN DIVÊ BERXWEDAN GEŞTIR BIBE


Kongreyê bi axaftina nûneran dest pê kir. Nûneran diyar kirin ku divê xebatên li Ewrûpa û Swîsreyê berfirehtir bibin û li hemberî faşîzma Erdogan berxwedan geştir bibe.


Nûnerên saziyan bal birin ser vî tiştî ku divê gelên li Kurdistanê li ser armancekê bibin yek.


NÛRHAK: BI BERXWEDANÊ DIVÊ EM PLANÊN WAN PÛÇ BIKIN


Di kongreyê de li ser navê Tevgera Jinan a Ewrûpayê Songul Nûrhak axivî û got, “Pêvajo her çiqas bi xeter be jî, wê ji me re destkeftiyên nû bîne”.


Nûrhak diyar kir ku, ligel hemû êrîş û polîtîkayan divê em dev ji diyarkirina statuya Kurdistanê bernedin û got, “Diyar e ku faşîzm dixwaze me têk bibe, divê em jî berxwedanên geştir bikin û planên wan pûç bikin.”

NAVÊ DEM-KURD’Ê HAT GUHERTIN


Piştî xwendina rapora çalakiyan a salekê delegeyan mafê axaftinê stendin û kar û xebat nirxandin. Navê Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Swîsreyê (DEM-KURD) ji ber zêdebûna dengan guherî û bû Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Swêdê (NCDK-S).


Piştî guherîna di rêziknameyê de Metîn Mîntaş û Hatîce Kendal bûn hevserokên Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Swêdê (NCDK-S).