Delegeyên komxebatê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin
Kurdistaniyên beşdarî Komxebata Kurd a li Rûsyayê bûn, ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.
Kurdistaniyên beşdarî Komxebata Kurd a li Rûsyayê bûn, ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.
Nûnerên saziyên Kurdan ên beşdarî Komxebata Kurdan a Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK û Komîteya KNK'ê ya Rûsyayê bûn, ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.
Beşdarên komxebatê, nêrînên xwe yên li ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji ANF'ê re axivîn.
AMERYAN: YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞERT E
Seroka Komîteya Kurd a Ermenîstanê û endama KNK'ê Jînda Ameryan diyar kir ku Kurd heta niha bibûna yek wê Kurdisatn ji zûdeyî azad bûya û got, "Eger em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, bêyî ku xwe bispêrin hinekan em ê li welatê xwe karibin li ser piyan bimînin û li dijî her şêwe êrîşan welatê xwe biparêzin. Endamên KNK'ê divê li her cihê lê ne bi rengekî aktîf bixebitin û xizmetê ji yekîtiya neteweyî re bikin. Ez ji Ermenîstanê tevlî vê konferansê bûm. Li cihê em lê ne jî karê ji bo yekîtiya neteweyî hene."
Ameryan da xuyakirin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gelek tiştên watedar daye Kurdan û got, "Bi pêkanîna yekîtiya neteweyî re em dikarin deynê xwe yê dilsoziyê bidin."
AZMANÎ: YEKÎTÎ NEBE WÊ DESTKETÎ JI DEST BIÇIN
Hevserokê Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurdan Araf Azmanî da xuyakirin ku îro ji bo Kurdên li Sowyeta berê rojeke gelekî girîng e û got, "Em dixwazin pêşniyar û nêrînên xwe yên li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd tevlî kampanya KNK'ê ya di vî warî de bikin. Bûyerên li Başûrê Kurdistanê qewimîn nîşanî me didin ku Kurd bêyî yekîtiya neteweyî Kurd azad nabin. Lewma eger Kurd nebin yek, destketiyên bi ked û têkoşîneke mezin hatine afirandin wê ji dest biçin. Parastin û mezinkirina destketiyan bi yekîtiya neteweyî ya Kurd dibe."
BÛDAKOV: EGER YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEBÛYA, BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ NE DI VÊ REWŞÊ DE BÛYA
Serokê Otonomiya Krasnîkûtê Ramazan Bûdakov diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û xurtkirina yekîtî û hevgirtinê li dijî êrîşên ji derve, civînên bi vî rengî gelekî girîng in û got, "Divê em ji her tiştî dersekê derxînin û bibin xwedî tecrûbe. Bûyerên li Başûrê Kurdistanê qewimî di nava hemû Kurdan de rê li ber acizî û şikestineke cidî vekir. Bêguman eger yekîtiya Kurdan hebûya, ev karesat bi serê me ve nedihat. Ne rast e ku ji ber vê yekê hemû partiyên Kurd werin sûcdarkirin. Gelê Kurd baş zane bê kî berpirsyar e. Meraq dikim bê dema hat wê ev berpirsyar çawa hesab biding elê Kurd."
ARAM: GELÊ KURD WÊ BI NÊRÎN Û ÎDEOLOJIYA OCALAN AZAD BIBE
Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Jûlyeta Aram anî ziman ku gelê Kurd ji bo azadiya Kurdistanê xwe ji ti fedakariyê venagire, çi ji dest tê dike û got, "Li pêşberî vê têkoşîna bi rûmet, divê em jî hem yekîtiya xwe avab ikin, hem jî bi azadkirina Kurdistanê bersivê bidin. Ev yek divê wezîfeya me ya bingehîn be. Îro di vî warî de civîneke girîng tê lidarxistin. Nûnerên saziyên ji welatên berê yên Sowyetê û Rûsyayê, bi nêrîn û pêşniyarên xwe vî karê me watedar dikin. Bawerim ku bi nêrîn û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê gelê Kurd di demeke nêz de azad bibe."
AGADJANYAN: KES NAYÊ JI BO ME KURDISTANÊ AVA NAKE
Endama KNK'ê ya ji Gurcîstanê Gulnaz Agadjanyan da xuyakirin ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê her kes a ji dest tê bike û got, "Ji bo kombûna kongreya neteweyî ya Kurd divê em bi berpirsyariya xwe rabin. Jinên Kurd di gelek karî de bi rola pêşengiyê radibin. Ji bo vî karî jî, berê kongreyên jinên Kurd ên neteweyî hatibûn kirin. Jin dikarin hê bêhtir bi roleke xurt rabin û tevkariyê li kombûna kongreya neteweyî bikin. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê êşên giran kişand û dikişîne. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û destketiyên Kurdan yek bi yek ji dest tên girtin. Eger em nikaribin yekîtiya xwe pêk bînin û paşeroja xwe diyar nekin, wê kes neyê ji bo me neke. Em ê Kurdistanê ava bikin, bendewariyeke vala ye ku mirov li benda hin kesan bimînin ku bên û ji bo me Kurdistanê ava bikin."
DIRBOYAN: BI CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK BER BI KURDISTANA AZAD VE
Endamê Komîteya Kurdistanê ya Ermenîstanê Silo Dirboyan destnîşan kri ku wezîfeyeke din a vê komxebatê, birêxistinkirina Kurdistaniyên li vê qadê ne û got, "Mebesta min ji rêxisitnbûnê ew e ku em li dora nirxên neteweyî yên gelê xwe bicivin û hişmendiya neteweyî serdest bkin. Bi civakeke exlaqî û polîtîk, gelekî demokratîk dikare bê afirandin. Bêguman di vir de ya herî girîng afirandina yekîtiya neteweyî ye. KNK ev demeke dirêj e di vî warî de karekî watedar dimeşîne. Em jî dixwazin bi pêşengiya KNK'ê li Rûsyayê û welatên berê yên Sowyetê vî karî xurt bikin."
KAMIL: EM Ê PÊŞNIYAZÊN XWE PÊŞKÊŞÎ KNK’Ê BIKIN
Endamê Rêveberiya Organîzasyona Êzidxan a Moskowayê Refîk Kamil: "Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn yekîtiya neteweyî ya Kurdan gelekî girîng e. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan gelek destkeftî bi dest xist lê yekîtiya neteweyî ya Kurdan bi daxwaza partiyekê nikare pêk were. Ji ber vê divê partî û saziyên derveyî Kurdistanê jî werin ba hev. Hêvîdar im hemû partî û sazî bersiveke erênî bidin vê banga KNK’ê. Me li Rûsyayê fikr û nêrînên xwe eşkere kir. Jixwe piştî van nîqaşan wê raporeke berfireh ji KNK’ê re were şandin."
BROYEVA: TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN BÎREKE NETEWEYÎ BI ME DA AVAKIRIN
Hevseroka Organîzasyona Civakî ya Çanda Kurdan Sînem Broyeva: "Azadiya Rêber Apo jî tê de gelek bendewariyên gelên me hene. Divê em jî xebatên xwe berfireh bikin û bersivê bidin van bendewariyan. Lê azadkirina Kurdistanê ya ku di nav çar dewletên mêtinger hatiye parçekirin, ew qasî ne hêsan e. Lê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di vî warî de bîrek bi me daye avakirin. Divê em li ser vê mîrata dîrokî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û tevkariyê li vê têkoşînê bikin."
TAHIR: DI KAOSA ROJHILATA NAVÎN DE DIBE KU BIHARA KURDAN PÊK WERE
Endamê Komîteya Êzidiyên Ermenistanê Şêx Tahir: "Daxwaza me heye, em jî wekî neteweyên din xwe bi rê ve bibin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Heke Kurd bi siyaset û polîtîkayeke baş tevbigerin di vê kaosê de dibe ku bihara Kurdan pêk were. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Di vê komxebatê de nîqaşên girîng hatin kirin. Bi vê bîr û xebatê bawer dikim ku wê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan pêk were."