Delagasyona Aştiyê ya Navneteweyî ji bo Imraliyê tevdigere

Delagasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Imraliyê ku ji welatên cuda ji neh akademîsyen û aktîvîstan pêk tê, di navbeyna 11-16'ê Sibatê de li Kurdistanê û Tirkiyê wê têkiliyan deyne.

Şandeya ku ji dîrokzanê Izlandî Ogmundur Jonasson, sendîkavanê Ingilîz Manuel Cortes, aborîzanê Arjantînî û çalakgerê mafê mirovan Beveryl Ann Keene, hiqûqnasê Ingilîz Paul Scoheley, aktrîsê Ingilîz Maxîne Peak, xwedekarê felsefeyê yê DYE'yî Connor Hayes, sendîkavanê Ingilîz Tony Burke, nivîskarê Ingilîz John Hunt û hunermendên wêneyan û dergehêner ê Ingilîz Jonathan Spaull pêk tê, di navbeyna 11-16'ê Sibatê de li Kurdistanê û Tirkiyê wê hevdîtinan bike.

Şandeya ku ji bo li Imraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên Wezareta Dadê re hev bibîne serlêdan kirî, 12'ê Sibatê wê bi Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan re hev bibîne. Şande li Navenda Giştî ya HDP'ê wê daxuyaniyeke çapmeniyê ya hevpar bide û heman rojê wê bi Komeleya Mafê Mirovan re, Weqa Mafê Mirovan a Tirkiyê re û Sendîkayâ Kedkarên Kamûyê re hev bibîne.

Şande 13'ê Sibatê wê derbasî Amedê bibe, heke şert guncav bibin wê Leyla Guven, ku hê jî di greva birçîbûnê de ye bibîne. Şande wê nûnerên rêxistinên civaka sivîl a Amedê jî bibîne.

Şande 14'ê Sibatê wê nûnerên KCD'ê, nûnerên DBP'ê û Dayikên Aştiyê bibîne.

Piştre jî şande wêderbasî Stenbolê bibe û bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê re rûne.

Du endamên şandeyê Ogmundur û Connor beriya hevdîtinên li Enqerê wê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ya Fransayê bikin.