Deh hezaran li Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn

Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama Kongreya Neteweya Kurd (KNK) Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di 3’yemîn salvegera qetilkirinê de li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag xîtabî bi deh hezaran kesên ku li Parîsê ji bo bîranîna 3’yemîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kom bibûn kir, qetlîama Parîsê şermezar kir, wiha got: “Fransa û Tirkiye di vê qetlîamê de hevparên sûcê ne.”

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

Çalakiyên bîranînê yên beriya hefteyekê bi nîşandana dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" destpê kirin, îro bi meşa girseyî û mîtîngê ve bi dawî bû.

Meş bi şiyara "Em Edaletê Dixwazin" pêk hat û ji Fransa, Elmanya, Awûstûrya, Swîsre, Belçîka, Hollandayê bi deh hezaran mirov danê sibehê li ber Gare Du Nord li hev civiyan. Girseya gel ji vê derê, bi vekirina pankartên bi nivîsên "Bêyî hesabê dewletê li ber çavan were girtin, bila komkujî were ronîkirin", "Em edalet û aşkerekirinê dixwazin", "Bila hêzên li pişt komkujiyê werin aşkerekirin" ber bi Meydana Bastîlle ve meşiya.

Di meşê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û Şîrîn ôte û Yelîz Erbay ên li Stenbolê hatin qetilkirin, hatin rakirin. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û MLKP'ê hatin vekirin. Li refên pêş ên meşê malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCD-E Dilşah Osman, Mûrat Ceylan, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên Tamîliyan ên li Parîsê, rêveberên partiyên sosyalîst û komunîst, gelek kesayet û siyasetmedar meşiyan. Di meşê de peyamên ji bo piştgiriya berxwedanên Silopiya, Sûr û Cizîrê hatin dayîn.

Piştî meşeke bi qasî 6 kîlometreyan Kurdistanî saet di 13:00 de li Meydana Bastîlle li hev civiyan û mîtîngê destpê kir.

 ‘TERORÎSTÊ HERÎ MEZIN AKP’E YE’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li vir axivî, cînayeta 9’ê Çileya 2013’an bi bîr xist, wiha got: “Bi vê qetlîamê ew bi fîzîkî ji me girtin, lê îro fikr, doz û têkoşîna wan li çar parçeyên Kurdistanê didome.”

Yuksekdag bal kişand ku tevî 3 sal di ser re derbas bûye jî hê berpirsên esasî dernexistine holê, wiha dom kir: “Ji bo qatilên esasî dernekevin çeteyên sûcê yên navneteweyî ava kirin. Dewleta Tirk di vê qetlîamê de ser berpirsiyariya xwe nixumand. Û dewleta Fransa jî bû şirîkê wê. Ev her du dewlet ji ser vê qetlîamê hevpariya sûcê dikin.” Yuksekdag ragihand ku her çiqasî bixwazin ser vê bigirin jî sûcdar li holê ne, wiha dewam kir: “Duh ê qetlîam dispartin me, îro jî heman zîhniyet in. Desthilatiya Qesrê ya li Tirkiyeyê, hem failê qatlîama Parîsê ye hem jî îro li Kurdistanê qatilê 350 sivîlî ye. Em ê vê rastiyê li her derê qîr bikin.”

Yuksekdag da xuyakirin ku qetlîama Parîsê jî komployek bû, wiha pê de çû: “Hewl dan pêvajoya aştiyê bisekinînin. Lê tevî van komployana jî Ocalan paş de gav navêt û bi israr bû.” Yuksekdag got, wê demê jî gotine eger ev doz neyê ronîkirin wê mekanîzmayên derbeyê bikevin meriyetê, wiha pê de çû: “Jixwe wiha jî bû. Îro terorîstên herî mezin AKP’e û dewleta Tirk e. Ne pêwîst e li cihekî din bigerin. Ji ber ku pêkanînên li Kurdistan û Tirkiyeyê nîşana vê ye.”

 ‘NAVÊ HER ZAROKEKÎ SARA, ROJBÎN Û RONAHÎ YE’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku gelê Kurd li Kurdistan û Parîsê ji bo 3 jinan li ser piyan e, wiha axivî: “Bi qetlîama Parîsê ve hewl dan tevgera jinên Kurd bikin hedef. Lê ev dijmina pir bê aqil e. Ji berk u tevgera azadiya Kurd ne fêm kirine ne jî dahûrandine. Kurd ev 3 sal in li her zarokekî tê dinê navê Sara, Rojbîn û Ronahî lê dikin. Bi hezaran Sakîne, Leyla û Fîdan hatin dinê. Îro li çar parçeyê Kurdistanê jî têkoşîna van 3 jinan didome. Gelê Kurd wê hesabê van qetlîamana bipirse, wê bi berxwedanê tola van hevalana rake.”

Kartal got em qatil baş nas dikin û Erdogan nîşan da.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand ser xweseriya li Kurdistanê jî wiha axivî: “Li Silopiyayê 3 jin hatin qetilkirin. Dişibe qatlîama Parîsê. Gelê Kurd berxwedana xwe ya xweseriyê datîne holê. Divê dijmin vê baş bizanibe, dayikên Kurd pêşengiya şer dikin. Dayik ji bo pêşeroja xwe bi destên xwe zarokên xwe dişînin şer. Cihê ku dayik li ber xwe didin teqez serketin heye.”

Remzî Kartal ji bo ronîkirina qetlîamê banga wezîfeyê li hikûmeta Fransa kir.

‘DOZ WÊ ÎSAL DESTPÊ BIKE’

Ji parêzerên dozê Sylvîe Boîtel jî têkîldarî dozê agahî dan, wiha got: “Lêpirsîna dozê sala par di Tebaxê de bi dawî bû. Îsal wê doz despê bike. Lê bê wê kengî çêbibe ti agahiyên me jî tinene.”

Li ser navê koma Çep a Ewropa Erîc Coûdray jî diyar kir kul i ser navê Parlamenterê Parlamentoya Ewropa Jean-Lûc Melenchon silav anîn, wiha axivî: “Tevî dewleta Tirk bi awayekî aşkera piştgiriya DAIŞ’ê dike jî dewleta Fransa têkîliyên xwe pê re qut nekirine. Em vê nêzîkatiya Serokkomarê Fransê yê piştgiriya nade Kurdan ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin, rexne dikin.”

Di axaftian li ser navê Partiya Komunîst a Fransa jî peyamên piştevaniya gelê Kurd hat dayîn, hat destnîşankirin ku ji ber di gumanan de hatiye hiştin berpirsê esas ê vê qetlîamê hikûmeta Fransa ye. Di axaftinan de hat diyarkirin ku qetlîam ji bo hikûmeta Fransa şermek pir mezin e.

Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esma Demîr jî axivîn, banga ronîkirina qetlîamê kirin.

...