Deh hezar di herikin Strasbourgê
Deh hezar di herikin Strasbourgê
Deh hezar di herikin Strasbourgê
Ji bo protestokirina 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deh hezaran kes di herikin bajarê Fransa Strasbourgê.
Ji bo çalakiya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd yên li Fransayê FEYKA’yê ve hatî organîze kirin, protestovanên ji welatên cuda hatîn, di demjimêrên serê sibehê de li Rue de Nancy ya nêzî Gara Trenê ya Navendê li hev civiyan.
Meş û mitîngê ji bo protesto kirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an û bidaxwaza ronîkirina komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê, ji şevê din ve ketina hundirê bajar destpêkir.
bi deh hezaran kesên bi sedan otobus û bi hezaran wesayîtên taybet hatin Strasbourgê û bi slogan û sirûdan komployê protesto dikin.
Girseya ku piraniya wê jin û ciwanin bê navber sloganên bizimanê Fransî, Almanî, Kurdî û Tirkî “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan”, “Em hemû Ocalanin”, “Em edaletê dixwazin”, “Faşîst Tirkiye” qîriyan. Di qadê de pankartên 15’ê Sibatê protesto dikin, posterên Ocalan û flamayên saziyên Kurdistanê hatin hilgirtin.
Di demjimêr 9.30’an de ji 15 hezar zêdetir kes kombûn dê meş di demjimêr 11.00’an destpê bike. Li gorî amadekarên meşê hêjan bi hezaran wesayîtên taybet û bi sedan otobus negihane bajar.
Hate dîtin ku polîsên Fransa jî tedbîrên ewlehiyê girtine. Hate diyarkirin ku, gelek otobus hatine rawestandin û lêgerîn pêkhatiye.
Polîsan li derdora Kurdistaniyên ku hatine li nêzî Gara Trenê kombûne bend danîn, destûr nadin beşdarvan ji qadê derkevin derve.