Dedeogullari: Destê dewletê di komkujiyê de heye

Çetîn Dedeogullari ku malbata wî hate kuştin got, ''Destê hin saziyên dewletê jî di nav vî karî de ye, kujer hate perwerdekirin û malbata min tine kirin.''

Piştî rûniştina Doza Komkujiya Dedegullari parêzer û xizmên malbatê daxuyaniya çapemeniyê dan. Ji malbatê tekane kesê ku sax mayî Çetîn Dedeogulaari jî li civîna li bûroya parêzerên malbatê hazir bûn. Parêzer Abdurrahman Karabûlût di civînê de axivî, diyar kir di êrîşê de 2 kes girtî ne û êrîşkaran bi kuştinî çûne ser miwekîlên malbatê.

Karabûlût got çi dema ku ew dixwazin êrîşkar bêne girtin têne berdan û got, ''Me xwest ku miwekîlên me bêne parastin lê dozgeriyê têkilî mijarê tiştek nekirine. Berevajî, êrîşkar bi malbatê re têkilî danîbû. Piştî ku du kesan sûc li xwe girtin êrîşkarên din hatin berdan.''

Parêzer Atîlla Kart jî ji bo ku Çetîn Dedeogullari ji hêwanê hate derxistin helwest nîşan da û got, ''Şandeya dadgehê nekarî kontrolê li rûniştinê û rêveberiyê deyne û bêyî ku hişyariyê bide bi rengekî bêrêje û neheq hêz bire ser malbatan.''

Kart got, ''Kujerê tetîkêş ku xizmê malbata Keleş û Çalik e yekî tortore ye. Kujer piştî êrîşa 12'ê Gulanê 2 mehan li otêlên lûks maye Rojê 50-100 hezar lîre xerc dike. 18-20 rojan ali otêlê maye. Çûye kampê. Hinan perwerdehiya moralê daye vî kujerê profesyonel.''

Parêzer Hişyar Ozalp bal kişande ser helwesta bersûc û mudafiyan û got, ''Em pê dizanin ku vê hêzê ji dozgeran distînin. Du dosya û du îdîaname hene.  Di îdîanameya komkujiyê de ku sedema xwe nîjatperestî ye, bi rengekî dijî teknîkê û hazikirinê yek carê jî gotina Kurd derbas nebûye.''

Çetîn Dedeogullari jî diyar kir ti baweriya wî bi dadmendiyê namey û got, ''Min 7 kes veşartin û ji vê hewanê ez hatim qewirandin.''

Dedeogullari bi domdarî got, ''Ji bo ku malbatê bi temamî tine bike kujerek xwedî kirin û 30'ê Tîrmehê şandin, tevahiya malbata min tine kirin.'' Dedeogullari got, ''Destê hin saziyên dewletê jî tê de heye. Kujer bi zanebûn hatiye perwerdekirin û malbata min tine kirin.''