De Mîstûra: Bi deh hezaran mirovî xwe avêtin herêmên Kurdan
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî De Mîstûra bi bîr xist ku piştî hêzên rejîmê li rojhilatê Helebê bi pêş ve çûye, bi deh hezaran mirovan berê xwe dan herêmên Kurdan.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî De Mîstûra bi bîr xist ku piştî hêzên rejîmê li rojhilatê Helebê bi pêş ve çûye, bi deh hezaran mirovan berê xwe dan herêmên Kurdan.
Piştî civîna li navenda Neteweyên Yekbûyî ku ji hêla Koma Xebata Mirovî ya girêdayî Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî li Cinêvê hat lidarxistin, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mîstûra û şêwirmendê wî yê taybet Jan Egeland civînek çapemeniyê pêk anîn.
Di civîna çapemeniyê de De Mîstûra bal kişand ku ji ber şerê li Helebê drama mirovî her ku diçe hê zêdetir dibe.
DE MÎSTÛRA: BI DEH HEZARAN MIROVAN XWE AVÊTIN HERÊMÊN KURDAN
De Mîstûra bi bîr xist ku ji ber şerê li Helebê heta niha zêdetirî 400 hezaran mirovî cih û warên xwe terikandine û got di rojên dawî de piştî pêşveçûna hêzên rejîma ya li rojhilatê Helebê, bi deh hezaran mirovî koçî rojavayê Helebê û herêmên ji hêla Kurdan tên kontrolkirin kirine.
De Mîstûra ragihand ku bi Rêxistina Xeça Sor a Navneteweyî re ketine nav hewldanên gihandina alîkariyên mirovî ya ji bo kesên ku xwe avêtine herêmên Kurdan, diyar kir ku ji bo alîkarî bi tendurist bigihêjin herêmê jî bi hêzên li herêmê re ketina nav têkîliyan.
‘DIVÊ EL NÛSRA XWE JI HERÊMÊ BIKŞÎNE’
De Mîstûra daxuyaniyên xwe yên beriya niha jî bi bîr xist û desnîşan kir ku pêwîst e El Nûsra ya bi desteka Tirkiyeyê jî xwe ji herêmê bikşîne.
De Mîstûra îfade kir ku El Nûsra xwe ji herêmê bikşîne wê dijwariya şer bikeve, nexwest bersivên pirsên têkîldarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û daxuyaniya duh a ku Erdogan der heqê wî de dabû, bide.
EGELAND: JI BO ALÎKARÎ BIGIHÊJIN DIVÊ DESTEK BÊ DAYÎN
Piştî Mîstûra, şêwirmendê wî yê taybet Jan Egeland axivî, bal kişand ser drama mirovahiyê ya li Helebê û destnîşan kir ku ji bo alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê pêwîst e hêzên navneteweyî û rejîma Sûriyeyê alîkariyê bidin.