Dê Elî Ihsan Kitay serbest bê berdan
Dê Elî Ihsan Kitay serbest bê berdan
Dê Elî Ihsan Kitay serbest bê berdan
Li Hambûrgê siyasetmedarê Kurd Elî Ihsan Kitay ku doz lê hatibû vekirin û ji meha Tebaxê ya sala borî ve doza wî didome, dadgehê biryar da. Li gorî madeya 129b ya zagona ceza ya Almanyayê bi sûcdarkirina endamê rêveberiya rêxistinekî terorê ya dervey welate du sal û nîv cezayê girtîgehê li Kitay birî. Ji ber ku Kitay ji nîvê zêde li girtîgehê maye û xeteriya wî ya revê tuneye dê Kitay bi şert serbest berdin. Parêzerên Kitay di rûniştina beriya vê de beraet ji Kitay re xwestibûn. Serdozgeriya Federal ya Almanyayê jî (BAW) sê sal û nîv cezayê girtîgehê jêre xwestibûn.
Klaus Ruhe ku serokatiya heyeta dadgehê dike di hinceta biryarê de balkişande ser polîtîkayên asîmîlasyon û pêkutiyên li ser gelê Kurd yê li Tirkiyeyê jiyan dike. Lê belê rexmî vê jî îdîakir ku, PKK rêxistinekî terorê ye û da diyarkirin ku, li gorî hiqûqa navnetewî mafê kurdan yê tekoşîna çekdarî tuneye. Weke din di hinceta biryarê de îdîakir ku, rêxistina bi navê TAK girêdayî PKK’ê ye, her wiha got, CDK jî girêdayî KCK’ê ye.
Piştî ku Kitay qebûl kir ku, endamê PKK’ê ye, kesayet û demboriya wî li ber çav hate girtin, cezayê wî hinek anîn xwar. Piştî karûbarên Bîrokratîk bidawî bûn çav lê ye sibe serbest bê berdan. Heta ku biryar misoger bibe dê heftiyê carekê biçe emniyetê îmzayê bi avêje û biryar hate girtin ku ji Almanyayê dernekeve.
Beriya rûniştin destpê bike di demjimêr 08.00’an de li ber avahiya dadgehê înîsiyatîfa “Ji Elî Ihsan re azadî” ku bi dirêjahiya dozê ji bo hişyarkirina rayagiştî ya Almanyayê hertim çalakî û xebat didin meşandin mitîngek organîzekirin. Çalakvan piştî mitîngê ji bo rûniştinê temaşe bikin ketin salonê.
Hefteya borî roja Şemiyê li Hambûrgê ji bo protestokirina doze û daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî meşek li darxistibûn.
Doza ku li Hambûrgê hate dîtin, li Almanyayê taybetmendiya doza pîlotekî dihilgirt. Ji dervey Kitay li Almanyayê derbarê şeş kesan de ji madeya 129b doz hatibû vekirin. Tê diyarkirin ku, biryara îro di dadgehê de hatî dayîn bandora xwe li dozên din jî bike. Têkildarî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê jî ji heman madeyê lêpirsîn hatiye vekirin.