DDB: Şandina nameyê ji Ocalan re, azadiya ragihandinê ye

DDB hikum da, ku desteserkirina nameya Gunana, ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ji Ocalan re nivîsandibû, binpêkirina mafê ragihandinê ye û biryar da, tazmînata manewî ji Gunana re bê dayîn.

Girtî Tûran Gunana, ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, ji ber ku nameya wî ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandibû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate desteserkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. Dadgehê jî di vê serlêdana şexsî de Gunana mafdar dît.

Hikumxwarê ji doza PKK'ê Tûran Gunana ku 12 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, bi wesîleya rojbûna Ocalan di 4'ê Nîsana 2013'an de nameyek ji Rêberê Gelê Kurd re şand. Desteya dîsîplînê ya girtîgehê dest danî ser vê nameyê. Li ser vê yekê, Gunana serî li Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê û Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê da. Lê ev serlêdanên wî hatin redkirin. 

Gunana li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û dadgehê di 4'ê Mijdara sala 2015'an de bi piraniya dengan biyara xwe eşkere kir. Hinceta biryarê jî di sala 2016'an de ji Gunana re hate ragihandin û bal hate kişandin ser xala 22. a Destûra Bingehîn ku tê de tê gotin, "Azadiya ragihandinê mafê her kesî ye. Di agahîgirtin û agahîstandinê de nepenîtî esas e."

Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir, ku desteserkirina nameya ji bo Ocalan hatiye nivîsandin, binpêkirina azadiya ragihandinê ye û biryar da ku ji Gunana re 1.500 TL tazmînata manewî bê dayîn.