DBP, HDP û ESP'ê Şoreşa Rojava silav kirin

DBP, HDP û ESP'ê Şoreşa Rojava silav kirin û ji bo xwedîderketina li şoreşê bang kirin.

DBP, HDP û ESP'ê bi wesîleya Şoreşa Rojava daxuyanî weşandin.

DBP'ê diyar kir ku Şoreşa Rojava niha li dinyayê weke sîstemeke alternatîf û hêviyê tê dîtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku bi têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Mezopotamya, Anatolî û Rojhilata Navîn wê pirsgirêk bên çareserkirin. Li dijî polîtîkayên neçareseriyê û şer, em baweriya xwe ya bi çareseriyê nîşan didin û berxwedana gelan silav dikin. Bang li şoreşgeran, mûxalîfan dikin ku xwedî li vê şoreşê derkevin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî ragihand ku gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, civaka Êzidî ku li Rojhilata Navîn bi sedan salan li dijî hev hatin şerkirin, bi Şoreşa Rojava re meclîsên xwe ava kirin, hêza xwe parastinê afirandin û di nava pergaleke wekhev û azad de bi hev re dijîn.

ESP'ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Rojava, bi taybetî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê û destnîşan kir ku bi vê dagirkeriyê re hewl dide pêşî li dengvendana Şoreşa Rojava ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bigirin.

ESP'ê diyar kir, "Rojava navê şoreşa me ya jinê ye" û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava kevirê domîno yê serdema şoreşên li herêmê ye.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand ku bi şoreşê re hêviya bi têkoşîneke wekhev, azadîparêziya jinê, gelan û baweriyan a li herêmê ji nû ve şîn bû û mezin bû.

HDP'ê şoreş silav kir û li gelan pîroz kir.