DBP’ê binçavkirina Aktaş şermezar kir û bang li jinan kir

Meclîsa Jinan a DBP’ê binçavkirina Sara Aktaş û nûçeyên çapemeniya şerê taybet ên têkildarî Aktaş şermezar kir û got, ‘’Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku xwedin li hevala me Sara Aktaş derkevin û têkoşînê geş bikin’

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser binçavkirina endama KJA’yê ya ku hatî girtin, Sara Aktaş daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Şevê din Endama Koordinnasyona KJA’yê Sara Aktaş li Balfirgeha Ataturk a Stenbol hatiye binçavkirin’’ li ser provakasyonên çapemeniya şerê taybet jî wiha hate gotin:

‘’Ji şevê din ve nûçeyên çapemeniya şerê taybet yên li ser hevala me Sara Aktaş a şaîr, siyastmedar, wê weke rûreşiyekê derbasî dînroka Tirkiyê bibe. Nûçeyên têkildarî Sara Aktaş ên di çapemeniya şerê taybet de yên bi rengê ‘’Berpirsa KCK’ê ya li Tirkiyê’ ne rast in û bêbingeh in. Em weke Meclîsa Jinan a DBP’ê diyar dikin ku binçavkrina hevala xwe em bi tundin şermezar dikin.’’

 ‘PEYAMEK JI BO JINÊN KURD E’

Bi berdewamî hate gotin:

“Hevala me Sara Aktaş ne tenê di nav jinên Kurd de, di heman demê de ji hêla hemû jinên Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn ve hevaleke bi nirx û giranbihaye û tê nasîn.Her wiha bi helwesta xwe ya di nav têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, bi xebatên xwe di nav jinên Kurd de xwedan cihekî biqedir û qîmet e. Ya ku çapemeniya şerê taybet berê xwe didiyê tam jî ev e.Ji bo vê jî binçavkirina bi vî rengî ya hevala me Sara peyameke ji bo jinên Kurd. Îdiayên li ser havala me Sara, rewşa AKP’ê ya ku nikarîbû serî li hember jina Kurd bitewîne radixe ber çavan.

‘EM XWEDÎ LÊ DERBIKEVIN’

Em dubare dikin, bi girtinan hûn nikarin me ji têkoşîna me dûr bixin, bi paş ve gav bi me bidin avêtin. Sara di nav çar dinwaran de be jî wê xebatên xwe bidomîne. Serketiyên vê pêvajoya dÎnrokî wê têkoşîna azadiya jinan be û teqez e ku ji AKP’ê wê hesabê van komkujî û operasyonên qirkirinê were pirsîn. Em bang li hemû rêxistinên jinan ên li Tirkiyê dikin ku ji bo jiyan û azadiyê têdikoşin, bila li hevala me Sara Aktaş xwedin derbikevin û têkoşînê geş bikin.’’