DBP: Di hin weşanan de partiya me hedef tê nîşandan

DBP: Di hin weşanan de partiya me hedef tê nîşandan

DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî hin weşanên medyayê yên partiya wan hedef nîşan didin, da.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der barê hin weşanên rojên dawî wan hedef nîşan didin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP'ê ragihand ku hin navgînên çapemenî û weşanê, weşanên ku partiya wan krîmînalîze dike û hedef nîşan dide dikin û bi taybetî xebatên komîsyona wan a ji bo lêkolînkirin û lêpirsîn encamên hilbijartinên herêmî yên 2014'an hatiye wezîfedarkirin, hewl tê dayîn weke 'xebateke îllegal' bê nîşandan.

ŞERÊ PSÎKOLOJÎK TÊ MEŞANDIN

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li aliyekî van derdorên vê weşanê dikin, evîndarên operasyonên KCK'ê û dilxwazên tinekirina siyaseta demokratîk a gelê Kurd hene, li aliyê din jî rêxistinbûyînên ku weşana Kurdî dikin lê belê weke baskekî şerê psîkolojîk ên rêxistinên îstîxbaratê û dewletên mêtînger kar dikin, hene."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di dema pêngavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de, di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo jiholêrakirina destketiyên Kurdistanê de me dîtin ku ev derdor temsîliyeta kîjan mejî dikin. Lewma em van êrîşan weke manîpulasyonên ji rêzê nabînin. Ev nûçe û îftira hêrsek li pêkhatina çareseriya demokratîk û derbkirina çeteyên DAIŞ'ê li Kurdistanê ye. Lê belê ti ji van êrîşan -beşek jê televîzyon û ajansên bi AKP'ê ve girêdayî ne- wê partiya me û têkoşîna me qels nekin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya me, ji bo lêkolînkirin û bicihanîna pîvanên di rêxistinbûyîna amadekariyên hilbijartinê û hilbijartinên herêmî de, biryara avakirina komîsyona lêpirsînê wergirtiye. Endamên komîsyonê, wê di nava dîsîplîn û rêveberiya partiyê de bên nirxandin."

'EM VÎ ZIMANÊ BI JEHR BAŞ NAS DIKIN'

DBP'ê da xuyakirin ku ev karê asayî yê demokrasiya navxweyî ya partiyê, weke argumanekî şerê psîkolojîk di vê demê de tê bikaranîn û got, "Em vî zimanê bi jehr baş nas dikin. Lê belê em ê ti carî rê nedin vî mejiyê evîndarê şerê qirêj."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komîsyona Lêkolînkirin û Lêpirsîna Endamên Hilbijartinê wê dewam bikin û got, "Bêguman wê kes û ferasetên vîn û baweriya gelê me bi şaşitî bikar anîne û rêbazên demokratîk bikar neanîne werin tespîtkirin û radestî dîsîplîna partiyê bê kirin. Em ê vê yekê jî bi awayekî zelal li gorî rêvebername û rêziknameya partiya xwe bikin. Em hewl didin xebateke ku hêzê bide gelê me û siyaseta demokratîk, temam bikin. Ti êrîş û hewldana hedefgirtinê, wê nikaribe pêşî li vê bigire."

'NÛÇEYA; ZUMRUT JI WEZÎFEYÊ HATIYE GIRTIN, BI ZANEBÛN HATIYE WEŞANDIN'

DBP'ê di daxuyaniyê de her wiha destnîşan kir ku nûçeyên li ser girtina ji wezîfeyê ya Zubeyde Zumrut derew in û got, "Di malpereke înternetê ya bi navê avestakurd.net de bi zanebûn nûçeyeke ne rast a li ser wergirtina ji wezîfeyê ya Birêz Zubeyde Zumrut Hevseroka partiya me ya rêxistina Amedê, hat weşandin. Di demeke nêzî kongreya bajarê Amedê de, ne zehmet e ku bê fêmkirin ka ev nûçe ji aliyê kîjan derdorê ve hatiye servîskirin. Heta ku ji aliyê partiya me ve daxuyanî neyê dayîn, divê kes ji nûçeyên bi vî rengî bawer neke û van nûçeyan jî weke êrîşên şerê psîkolojîk ên dewletê yên li hemberî partiya me, bibînin."