DBP: Êşkence li hevserokê me hate kirin, em ê bêdeng nemînin!
DBP’ê bal kişand ser vî tiştî ku êşkence li hevserokê partiya wan hatiye kirin ê ku a niha girtîgehê de ye. DBP’ê got ku, em ê li hemberî vê êşkenceyê bêdeng nemînin.
DBP’ê bal kişand ser vî tiştî ku êşkence li hevserokê partiya wan hatiye kirin ê ku a niha girtîgehê de ye. DBP’ê got ku, em ê li hemberî vê êşkenceyê bêdeng nemînin.
Li Girtîgeha Tîpa L ya Rîze Kalkandereyê êşkence li Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan hatibû kirin. DBP’ê têkildarî vê êşkenceyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Alîkara Hevserokatiya Giştî Seher Tümer, Endamên Meclîsa Partiyê Ecevit Odabaşı û Ayşe Çelikbilek tevlî civînê bûn. Di civînê de Çelikbilek diyar kir, ji ber ku Arslan lêgerîna tazî qebûl nekiriye, êşkence lê hatiye kirin.
Alîkara Hevserokatiya Giştî Seher Tümer jî teksta daxuyaniyê xwend û got, “Di 6’ê Sibatê de Hevserokê me yê Giştî Mehmet Arslan hatibû binçavkirin û di 19’ê Sibatê de jî ji Girtîgeha Amedê sirgunî Girtîgeha Rîze Kalkandereyê hate kirin. Arslan ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derketiye, gardiyanan êşkence li wî kirine. Arslan ji ber êşkenceyê ji ser hişê xwe çûye. Di heman demê de li girtîgehê li cihên ku kamera tune, li ser girtiyên din jî êşkence tê kirin û di dema êşkenceyê de hin girtiyan krîza dil derbas kirine. Di girtîgehê de stendina rapora derbkirinê jî tê astengkirin.”
Tümer herî dawîn jî got ku, “Em di şexsê hevserokê me yê giştî de, êşkenceya li girtîgehan qebûl nakin û em vê êşkenceyê şermezar dikin. Em ê li hemberî vê êşkenceyê bêdeng nemînin.”