Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Ender Togcu yê ku 18 sal berê li Amedê hate windakirin pirsîn. Dayîka Togcu, Soliya Togcu di nameya şandî de wiha got: "Berê min ew ji dewletê bi saxî xwest. Pişt re min cenazeyê wî xwest û hina jî ez raziyê hestiyanim. Min ew bi zîndî peyda nekir lê ez gora wî dixwazim. Ez dixwazim gora wî himbêz bikim û axa wî bêhn bikim."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 401'emîn li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de pankrata "Winda diyarin kiryar li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîkan aqubeta Ender Togcu yê ku 18 sal berê li Amedê hate windakirin pirsîn. Di çalakiyê de destpêkê birayê Nurettîn Yedîgol yê ku di sala 1980'an de hate windakirin Muzaffer Yedîgol axivî û wiha got: "Dayîka min 85 saliye. Dayîka Berfo 105 salî ye. Êdî ez ji rayedarên wê demê yên birayê min qetilkirin pirsa çawe îşkence li wî kirin û winda kirin nakim. Ez ji bo dayîka xwe gora wî dixwazim. Hêj jiyana xwe ji dest nedayî dixwaze gora Nurettîn bibîne û avê lê bike."
Xwîşa Hayrettîn Eren yê ku di sala 1980'an de hate windakirin Îkbal Eren jî xwest ku bêtir eleqe nîşanî windayan bê dayîn. Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî diyar kir ku, AKP kesên bêhiqûqî kirin xelat kirin û yek ji vana jî Nîhat Omeroglu ye.
JI AMEDÊ JI DAYÎKÊN ŞEMIYÊ RE NAME
Nameya dayîka Ender Togcu yê ku 18 sal berê li Amedê hate binçavkirin û windakirin Soliya Togcu ya 82 salî ji Dayîkên Şemiyê re şandî hate xwendin. Togcu di nameya xwe de wiha got: "18 salin her şev ez bi navê kurê xwe serê xwe danîm ser balîf. Ez çavên xwe bi navê kurê xwe vedikim. 18 salin çavên min li deriye û guhê min li telefonê ye. Ez li benda mucîzeyekê me. Berê min ew ji dewletê bi saxî xwest. Pişt re min cenazeyê wî xwest û hina jî ez raziyê hestiyanim. Min ew bi zîndî peyda nekir lê ez gora wî dixwazim. Ez dixwazim gora wî himbêz bikim û axa wî bêhn bikim. Dema ku ez li wî digeriyam me gelek zext dîtin. Lê em dest ji lêgerîna Ender bernadin."
NAVÊN KIRYARÊN TOGCU HATIN XWENDIN
Daxuyaniya hefteyê Başak Can xwend û diyar kir ku, di nav kesên bi zorê Togcu li wesayîtekê siwar kirin Polîsê bi navê Zafer Aktaş yê ku li Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Amedê peywirdar hebû. Can anî ziman ku, li gorî lêkolînên malbatê Togcu teslîmê endamê JÎTEM'ê Serheng Zahît Engîn hate kirin. Can da zanîn ku, di pêvajoya lêkolînê de malbat û şahid rastî gelek zextan hatin û dozger jî got, "Ez jî di bin gefan de me" Can destnîşan kir ku, dayîka Togcu Soliya, hevjîna wî Guler û keça wî Berîvan 18 salin li benda Togcu ne. Can xwest ku, ji amîrên TEM'ê Zafer Aktaş, Midûrê Şaxa TEM'ê yê wê demê Ridvan Guler, Zahît Engîn tîmên mirinê yên JÎTEM'ê bên darizandin.