Dayikên Şemiyê, ku ji bo eşkerekirina aqûbeta xizmên wan ên di binê çavan de hatine windakirin û darizandina kiryaran her Şemiyê li Meydana Galatasarayê rûdinên, vê hefteyê wê cara 600'î vê çalakiya xwe lidar bixin.
Ji xizmên windayan Masîde Ocak, Hanim Tosûn, Farûk û Îkbal Eren, Hasan Karakoç gotin, heta dawiya emrê xwe ew ê ji kukjeran neqerin. Dayikên Şemiyê di hefteya 600'î ya çalakiya xwe de ji ANF'ê re axivîn.
OCAK: DI HER ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê LI EDALETÊ BIGERIN
Masîde Ocak xwişka Hasan Ocak ku nîşenaya windahiyên di binê çavan de ye, ev 21 sal in Meydana Galatasaray a Stenbolê ji bo darizandina kiryarên diyar, daxwaza edaletê dike. Ocak da xuyakirin, ku heta li vî welatî şert û mercên edalet, heqîqet û aştiyê neyên afirandin, wê ti tişt sererast nebe û mexdûriyet zêde bibe. Ocak da xuyakirin, ku ev demeke dirêj e ew daxwaza edaletê dikin, lê belê bi ti awayî bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Ocak destnîşan kir, ku heta ew guhertineke giştî bikin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ragihand, di nava 600 hefteyan de wan daxwaza edaletê kirin û ji niha û pê ve jî wê vê têkoşîna xwe di nava her şert û mercî de bidomînin.
TOSÛN: HAYA ME JI BÎRÊN ASÎTÊ HEBÛ, EM Ê JÊRZEMÎNÊN LI CIZÎRÊ QET JI BÎR NEKIN
Hasim Tosûn, dema hevserê wê Fehmî Tosûn di 19'ê Cotmeha 1995'a de hat binçavkirin, dayikeke ciwan a 29 salî bû. Hanim Tosûn ji bo gorek hevserê wê hebe, ev 21 sal in li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digire. Tosûn da xuyakirin, ku di nava 21 salan de ti tişt nehatiye guhertin û windakirina Hurşît Kulter û wehşeta li jêrzemînên li Cizîrê bibîr xist. Tosûn got, "Eger li me bihata guhdarîkirin wê ne Hurşît Kulter di binê çavan de bihata windakirin, ne jî li Cizîrê di jêrzemînan de mirov bihatina qetilkirin." Tosûn diyar kir, hovîtiya li Sûr û Cizîrê birîneke mezin der kiriye, ku ev birîn wê bi ti awayî neyê girtin. Tosûn got, "Haya me ji bîrên asîtê, ji gorên komî hebû. Lê belê me ti carî nedîtibû û nizanîbû wê mirov bi saxî, li pêş çavên cîhanê, li jêrzemînan bihatina şewitandin. Ev yek şerma mirovahiyê ye."
Tosûn da zanîn, ku heta edalet pêk were, ew ê dest ji vê dewletê neqere û got, "Ne tenê ji bo hevserê min, ji bo hestiyên hemû windayên me bên dayîn, ez ê dest ji vê têkoşînê bernedim. Ji ber ku her canekî winda yê min e."
EREN: LI BENDÊ NEMÎNIN KU DOR BÊ WE
Hayrettîn Eren heman piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î, di 21'ê Mijdara 1980'î de li binê çavan hat windakirin. Birayê wî Farûk Eren bi salan e li aqûbeta kekê xwe dipirse. Eren da xuyakirin, ku li vî welatî ti carî hesab ji darbeyan nehat pirsîn û got, "Eger bihata pirsîn wê kiryarên windakirina di binê çavan de bihatina dîtin û darizandin." Xwişka wî Îkbal Eren jî got, "Di nava baran, herî û berfê de ev 600 hefte ne em komek ji mirovan, têkoşîna windayan dimeşînin. Em ê vê têkoşîna xwe her bidomînin." Îkbal Eren ev bang li welatiyan kir: "Li bendê nemînin ku dor were we. Ji ber ku hingî wê dereng be."
KARAKOÇ: ERDOGAN BI HESTÊ ME LÎST
Mîna Hasan Ocak ê di sala 1994'an de hat binçavkirin, cenazeyê Ridvan Karakoç di 2'ê Adara 1995'an de bi rengekî îşkencekirî li daristaneke Beykozê hat dîtin. Birayê wî Hasan Karakoç jî ev 21 sal in ji bo dîtina windayan û darizandina kiryaran her Şemiyê li meydana Galatasarayê ye. Karakoç diyar kir, mîna duh, îro jî mafê jiyanê yê mûxalîfan li Tirkiyeyê nîne. Karakoç bibîr xist, ku beriya niha 4 salan Dayikên Şemiyê li Qesra Dolmabahçeyê hatine hewandin, lê belê tevî ku 4 sal di ser re derbas bûne, ti ji sozên ji wan re hatine dayîn, bicih nehatine anîn. Karakoç got, "Serokwezîrê wê demê Erdogan got, pirsgirêka windayan di heman demê de pirsgirêka desteya wî ya wezîran e. Lê belê di mijara darizandina kiryaran de gavek navêt. Hingî komîsyonek hat avakirin, gihîşt heta cihekî lê piştre hat sekinandin. Erdogan bi awayekî vekirî bi hestên me lîst." Karakoç diyar kir, ne 600 hefte, eger hezar hefteyên din jî di ser re derbas bibe, ew ê dest ji kujeran bernedin û got, "Heta dawiya emrê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."