Dayîkên şemiyê: Kujer dewlet e!

Dayîkên Şemiyê di hefteya 673’an de ji bo Ridvan Karakoç heqîqet û edalet xwestin ê ku di 20’ê Sibata 1995’an de di binçavan de hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza edaletê û aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 673’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê di çalakiyê de li qadê pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin. Li ser pankartê jî qurnefilên sor û laçika spî danîn ser wêneyan. Dayik û xizmên windayan di vê hefteyê de li aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn ê ku di 20'ê Sibata 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin. Di çalakiyê de diyar kirin ku wê têkoşîna Dayika Ridvan Karakoç Asiye Karakoç berdewam bikin a ku di 7'ê Kanûna 2016’an de wefat kir.

23 SAL IN LÊGERÎNA EDALETÊ DIDOME

Ewil Birayê Hasan Ocak Huseyin Ocak axivî û wiha got: "Ridvan Karakoç 23 sal in di jiyana me de cihekî xwedî taybet digire. 23 sal in em li edaletê digerin. Dayika Ridvan Asiye Karakoç 23 salan ji bo kurê xwe li edaletê geriya. Em ê têkoşîna wê berdewam bikin."

Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî diyar kir ku 23 sal in li Qada Galatasarayê ji bo edaletê têdikoşin û wiha got: "Kesên vî welatî bi rê ve dibin ker û lal in. 23 sal in dosya di refên bi toz ên edliyê de rawestiyaye. Heta niha ji bo ronîkirinê tu gav nehatiye avêtin. Ger ku Tirkiye dewleta hiqûqê be, divê van dosyayan ronî bike û edalet cihê xwe bibîne. Faîl diyar e. Faîl dewlet e. Ne 100 sal hezar sal derbas bibe jî em vê dozê bernadin. Destê dayik û nevîyan wê di qirika we de be û wê her dem hesap ji we bipirse.”

‘DIVÊ KUJER WERIN CEZAKIRIN’

Li ser navê Mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar vê hefteyê daxuyanî da û çîroka Ridvan Karakoç xwend. Sonbahar, wiha got: "Em dixwazin kesên sûcê mirovahiye kirine bên dîtin, darizandin û cezakirin. Em dixwazin hemû berpirsiyar bên darizandin. Failên windayan hêj nehatine cezakirin û bê ceza digerin. Li welatê ku hiqûq, edalet û demokrasî lê tune be ewlehiya tu welatîyî tune ye. Ridvan Karakoç 23 sal berê di binçavan de hat windakirin. Dayika Ridvan Asiye Karakoç ji bo edaletê têkoşiya. Em ê têkoşîna wê berdewam bikin. Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê di nava xebatên çand û hunerê ya kurdan de cih digirt. Li gorî îfadeya kesekî di sala 1994'an de di bin çavan de da, Ridvan Karakoç polîsan mala Ridvan dorpêç kir. Polîsan bi ser malê de girt û endamên malê darp kirin. Piştî Ridvan Karakoç binçav kirin, 110 roj şûnde cenazeyê wî hat ditin. Malbata Karakoç ji bo ditina kurê xwe serî li her derê dan. Malbat piştî 110 rojan serî li her derê dan, di 3'ê Hezîrana 1995'an de rastî cenazeyê Ridvan hatin. Ridvan Karakoç bi êşkenceyê hatibû kuştin. Tevî malbatê cenazeyê Ridvan nas kirin jî li wekî kesê nediyar li Goristana Bêkesan a Altinşehir hat defin kirin."

Sonbahar, heri dawî anî ziman ku hemû lêgerîna malbatê ya ji bo edalet û hiqûqê bê encam maye û wiha bi dawî kir: "Em ê ji bo Ridvan Karakoç daxwaza edaletê heta dawî berdewam bikin."