Dayikên Şemiyê: Em azadiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya li dadmeniyê vê hefteyê jî diyar kirin. Di çalakiyê de hate gotin, ew ne darbeyan lê azadiyê dixwazin û li aqûbeta Hûrşît Kultur û Roma Tuguç pirsîn.
Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya li dadmeniyê vê hefteyê jî diyar kirin. Di çalakiyê de hate gotin, ew ne darbeyan lê azadiyê dixwazin û li aqûbeta Hûrşît Kultur û Roma Tuguç pirsîn.
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bilêv bikin, lêgerîna xwe ya li dadmendiyê domandin. Malbat di 590. hefteya çalakiyê de dîsa li Meydana Galatasarayê hatin cem hev û li aqûbeta Rêveberê Bajarê Şirnexê yê DBP’ê Hûrşît Kultur pirsîn.
Dayika Şemiyê Masîde Ocak diyar kir berpirs û saziyên ku di binçavkirinan de mirovan winda dikin nehatine dîtin, vîneke wiha ya siyasî nehatiye nîşandan û heqê malbatan yên bi daxwaza gihiştina dadmendiyê jî hatiye bidestxistin. Ocak got, "Ji bo pêşî li sûcên windakirina di binê çavan de bê girtin û careke din rû pêk neyê, daxwaza me ya guherandina rêziknameya siyasî û birêkûpêkkirina pêşîlêgirtina van sûcan bersivekê ji xwe re nabîne."
Got, di mijara hiqûq û azadiyê de ti pêşketin çênabe û berevajî bi rêkûpêkkirinên nû polîtîkayên zextê bêhtir têne kûrkirin. Ocak bi bîr xist, di vê rewşa nehiquqiyê de ev 51 roj in ji Hûrşît Kulter agahî nayê standin û got, "Kulter ev 51 roj in li derveyî parastina malbatî û hiqûqî tê hiştin. Em nikarin çavê xwe ji vê nehiqûqiyê re bigirin. Em ê pirsa, 'Hûrşît Kulter li kû ye?' her bipirsin.
ÇÎROKA RAMO TUGUÇ
Ocak pirs kujerên Ramo Tuguç kir, ku beriya bi 22 salan li Qoserê hatibû binçavkirin û pişte hatibû kuştin û wiha pê de çû: "Sala 1993’an gundê Yurtderî qebûl kir ku bibe cerdevan. Lê malbata Tuguç nexwest bibe cerdevan. Ji ber vê jî mala wan hate xerakirin. Tuguç bi hevsera xwe li Qoserê bicihûwar bû. 8’ê Tîrmeha 1994’an li Qoserê, bi xizmên xwe re dema ku li ber dikanekê daxivîn ji hêla cerdevan û polêsan ve hate binçavkirin. Li Toroseke spî hate siwarkirin û birin. Malbata wî qet nedizanî bê ka ew bi ku ve birine. 21'ê Tîrmehê li derdoa gundê Mecburiyeyê yê Serekaniya Rihayê termê Tuguç hate dîtin li zinarekê, dest û piyên wî girêdayî bûn. Di serî wî de û li ser sînga wî şopa guleyan hebûn. Piştî bûyerê bi demeke kurt du kesan gotin ew û Tuguç bi hev re di heman hicreyê de mane. Gotin serpêlekî qereqolê û serekcerdevanê bi navê Avdo Korga bi darê bivir li Tuguç xistine û lingên wî şikandine.
Ocak xwest, nehûqiqiya di dosya Tuguç de biqede û di serî de Fermandarê Jendermeyan ê Qoserê Hasal Atîlla Ugur ê wê demê û hemû bepirs hesab bidin.
Ocak got, "Ji necezakirinê re êdî bes e, em dadmendiyê dixwazin", bal kişande ser helkefta darbeyê û got, "Em ne darbeyê lê demokrasiyê, ne zextan lê azadiyan dixwazin."