Dayikên Şemiyê: Dilê me li Kobanêya ku mirovatiyê biparêze ye
Dayikên Şemiyê: Dilê me li Kobanêya ku mirovatiyê biparêze ye
Dayikên Şemiyê: Dilê me li Kobanêya ku mirovatiyê biparêze ye
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de diyar kirin ew ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin û hestên xwe bi gotina “Dilê me bi Kobanê ya li dijî çeteyan mirovahiyê diparêze re ye” anîn ziman.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên wan ên hatine windakirin bên lêkolînkirin û kiryar bên dîtin di hefteya 497’an de jî lêgerîna ji bo edelatê berdewam kirin û li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev. Xizmên windayan pankarta “Kiryar diyar in, winda li ku ne” vekirin û wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl girtin. Di rojava çalakiya dayikan a di vê hefteyê de berxwedana Kobanê hebû.
Di çalakiyê de ewil dayika Murat Yildiz ê hate windakirin Hanîfe Yildis axivî û wiha got: “Hemû kes di cejnê de zarokên xwe maçî dikin, diçin li ser gorên xizmên xwe lê em li vir bi we re ne. Ji ber ku goreke ku em biçin serdanê nîn e.” Yildiz destnîşan kir ku cejn ji bo wan bi xemgînî derbas dibin û ev cejn jî ji ber bûyerên li Kobanê ji bo wan bi xemgînî derbas dibe û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em ne li Kobanê ne gelekî xemgîn in lê li vin em bi wan re ne.” Piştî Yildiz birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç axaivî û bal kişand li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û pirsa “gelo em vê cejnê çawa pîroz bikin” kir. Karakoç diyar kir ku ew li ber Lîseya Galatasarayê silavên xwe ji bo yên li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin re dişînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em qurbana berxwedan, îrade û tiliyên wan ên li ser tetîkê ye bibin. Silav ji bo ezma wan, lanet li kujerên li hemberî wan bê.” Birayê Nurettîn Yedîgol ê di bin çavan de hate windakirin Muzaffer Yedîgol jî di çalakiya vê hefteyê de ev tişt anî ziman: “Îro cejn e lê li Kobanê mirovên masûm têne qetilkirin ji ber vê yekê ji bo me cejn nîn e. Cejn kêfxweşî ye, şadî ye lê em nikarin van parve bikin.”
Piştî axaftinan daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Umît Efe ve hate kirin. Efe di axaftina xwe de diyar kir kul i Kobanê sûcê mirovahiyê tê kirin û wiha axivî: “Ev êrîş ali hemberî hêviya Rojhilata Navîn a demokratîk tenê ne li dijî kurdan li dijî nirxên mirovahiyê tê kirin. Dilê me bi Kobanê ya li dijî çeteyan mirovahiyê diparêze re ye.” Efe bal kişand peyamên Serokomar Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên “pêşeroja azad” û wiha got: “Bi gotinên demokratîk li şûna civakê mijul bikin, pêwistiyên demokrasiyê bi cih bînin. Hûn qala kîjan mafên mirovan û pêşeroja ronak dikin?”
Efe di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di welatekî de cejn heke êşên dayikan û rondikên wan zêde dike tê wateya ku ew der biz ilmê tê rêvebirin. Heke li welatekî daxwaza edelat û heqîqetê bêbersiv dimîne tê wateya kul i wê derê wijdan û exlaqê darbe girtiye. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî pêdiviya me bi aştiyê heye. Ji bo vê yekê jî em bang li hikûmetê dikin kul i dijî kurdên Rojava dev ji dijminatiyê berde û pêvajoya çareseriyê nexe xetereyê.”
Efe di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê şopdarên doza JÎTEM’ê ya Qoserê ku wê di 28’ê mijdarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin bin.