Dayikên Şemiyê aqubeta Cemîl Kirbayir pirsîn

Dayikên Şemiyê aqubeta Cemîl Kirbayir pirsîn

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 494'an de aqubeta Cemîl Kirbayir ê ku 12'ê Îlona 1980'an de hate binçavkirin û piştî 13 roj şûnde hat windakirin pirsîn. Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir di çalakiyê de axivî û wiha got: "Min ji dayika xwe re soza heya em Cemîl peyda dikin dê têkoşînê bikin da."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya aqubeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin a hefteya 494'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya heftane de aqubeta Cemîl Kirbayir ê ku li navçeya Golan a Erdexanê di 12'ê Îlona 1980'an de hate binçavkirin û piştî 13 rojan hate windakirin pirsîn.

Parêzera Kirbayir Eren Keskîn axaftina xwe bi bîranîna Berfo Kirbayir a ku di 21'ê Sibata 2013'an de jiyana xwe ji dest da destpê kir û diyar kir ku pergala hiqûqa Tirkiyeyê tenê ji bo kesên li ser navê dewletê sûc dikin tê bikaranîn û di bûyera Cemîl Kirbayir de dewlet dadê bikartîne.

'DAYIKA BERFO 33 SALAN GOT, 'DIBE KU CEMÎL BÊ' DERIYÊ MALÊ HER TIM VEKIRÎ DIHIŞT'

Birayê Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku ti malbatên nesîbê xwe ji darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê girtin tunene û ji wan malbatan yêk jî malbata wan e û wiha got: "Dema Cemîl hate binçavkirin ji ber ti sir nedan ji aliyê vampîrên dewletê ve hat qetilkirin." Kirbayir bi bîrxist ku Dayika Berfo bi salan li kurê xe Cemîl geriya û wiha axîvî: "Dayîka Berfo 33 salan bi gotina, 'Dibe ku Cemîlê min bê' her tim deriyê malê vekirî hişt."

'MIN SOZA HEYA EZ CEMÎL PEYDA DIKIM DÊ TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNIM DA DAYIKA XWE'

Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî diyar kir ku wê soza birayê xwe peyda bike da dayika xwe. Kirbayir, anî ziman ku ji bo hestiyên birayê xwe peyda bike her tim serî li Dozgeriya Qersê dan û her tim bersiva neyînî girtin û wiha got: "Heya hiqûq pêktê em dê birûnin. Min soza heya ez Cemîl peyda dikim dê têkoşînê bimeşînim da dayika xwe."

Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji aliyê xwişka Hasan Ocak Aysel Ocak ve hate xwendin. Ocak, diyar kir ku li gel darbekaran ceza girtin jî hêj bi 12'ê Îlonê re rû bi rû nehatine.