Dayîkên Şemiyê 412 heftene li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Şemiyê 412 heftene li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Şemiyê 412 heftene li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê kom bibin û aqubeta windayan dipirsin di hefteya 412'an de dîsa li Qada Galatasakayê kom bûn û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Dayîkan vê hefteyê xwestin kujerên Ridvan Karakoç bên dîtin û darizandin.
Dayîkên Şemiyê ku her hefte li gel ba, baran, berf û germa havînê bêyî li astengiyan guhdar bikin, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Qada Galatasarayê kom dibin, di hefteya 412'an de dîsa li heman qadê kom bûn û bi pankarta "Kiryar diyarin, winda li kune" çalakiya xwe berdewam kirin. Dayîkan wêneyên windayan hembêz kirin û bi qurnefil û wêneyên zarokên xwe yên winda çalakî pêk anîn.
Malbatên 34 welatiyên sivîl ên Roboskî ku ji aliyê balefirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tevlî çalakiyê bûn. Vê hefteyê di çalakiyêde aqûbeta Ridvan Karakoç ê di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. Birayê Karakoç Hasan Karakoç axivî û wiha got: "Em 18 salin li birayê xwe Ridvan û kujerên wî digerin. Em li hestiyê wî û gora birayê xwe digerin. Me serî li hemû sazî û dezgehên fermî da, lê tu kesî dengê me nebihîst. Hikûmetê û dewletê dengê me nebihîst. Karakoç em ji gelek xizmê windayan bi şanstirin. Yê me kevirê gora ku em gulekê danin ser û li ser şînê bigirin heye. Lê bi hezaran malbatên me kevirê gora ku gulekê dînin ser jî tune. Bi salane ji bo winda bên dîtin, em dikin qêrîn. Hûn dê kengî qêrîn û hawara me malbatên windayan bibîhîzin? Êdî qêrîn û hawara me bibîhîzin. Êdî bila kiryar bên aşkerekirin û darizandin. Em zêde tiştekî naxwazin. Em edaletê û wekheviyê dixwazin. Em dê heta dawî li pey aqûbeta zarokên xwe bibin û em dê hesap bipirsin."
Daxuyanî ji aliyê keça Fehmî Tasun yê di sala 1995'an de li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin Besna Tosun Koç ve hat xwendin. Koç xwest êdî aqubeta windayan ronî bibe û lêkolînek fireh û zelal bê destpêkirin. Koç da zanîn ku, 18 salin Ridvan Karakoç hat kuştin û di ser kuştina wî re 18 sal derbaz bû, lê heta niha di derbarê kuştina wî de tu lêpirsîn nehat destpêkirin û gavên ronîkirinê nehatin avêtin.
Koç diyar kir ku, di 20'ê Sibata 1995'an de Ridvan winda ye û hêj malbata Karakoç di bin çavdêriya polîsan de ye. Koç anî ziman ku wê demê Hasan Ocak jî hat binçavkirin. Li gel delîl û belgeyên windakirina wan heye jî hêj tu lêpirsîn û darizandin nehatiye destpêkirin. Dema Karakoç hat windakirin wê demê Midûrê Polîsan Necdet Menzir, Midûrê Giştî ji Mehmet Agar bûn berpirsiyar ew in."
Dayikên Şemiyê ji bo di hefteya 413'an de dîsa li hev kom bibin çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dawi kirin.