Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê bang kirin

Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin û diyar kirin, "AKP-MHP bi barbarî êriş dike."

Meclîsa Dayikên AŞtiyê têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan li Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan. Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn, Hevberdevka Stenbolê ya HDK'ê Gurbet Aydogan, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Hevseroka ESP'ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad tevlî civînê bûn.

'ÎMRALI JI ALIYÊ SÎSTEMEKE CUDA VE TÊ BIRÊVEBIRIN'

Keskîn li civînê axivî û got, "Zexteke giran li jinên Kurd tê kirin. Bi kûçikan êşkenceyê dikin. Her wiha îro gelek jin hatin destgîrkirin. Di nava wan de dayikên aştiyê jî hene. Tenê daxwazeke van jinan heye; pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin. Ji vê jî wêdetir li girtîgehan tecrîdeke mezin heye. Bi taybetî li Girtîgeha Îmraliyê. Ji destpêkê ve Girtîgeha Îmraliyê bi sîstemeke cuda tê birêvebirin. Demeke gelekî dirêj e sîstemeke giran a tecrîdê heye. Ev tecrîd di heman demê de li dijî hiqûqa navxweyî ye. Tevî ku mafên hikumxwaran ên qanûnî heye, Ocalan û girtiyên din nikarin jê sûdê werbigirin."

Dayika Aştiyê Rewşan Doner jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya civakê ye û destnîşan kir ku heta tecrîd neyê rakirin demokrasî û aştî pêk nayê.

'LI DIJÎ TECRÎDÊ RABIN SER PIYAN'

Ji dayikên aştiyê Behiye Dûman bang li tevahiya civakê kir ku li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Dûman diyar kir ku tecrîd êşkence ye û wê vê yekê qebûl nekin. Dûman anî ziman ku êriş li dijî tevahiya destketiyên Kurdan tên kirin û got, "AKP-MHP niha bi hemû hêza xwe bi barbarî êrişî Kurdan dike. Li girtîgehan niha mirov hemû tecrîdkirî ne."