Dayikên Aştiyê avahiya AKP’ê dagir kirin

Dayikên Aştiyê avahiya AKP’ê dagir kirin

Dayikên Aştiyê bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê û piştgiriya AKP'ê ya ji çeteyan re avahiya AKP'ê ya Bagcilar dagir kir.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê û gelek welatî bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê ya Rojava û piştgriya Hikûmeta AKP'ê ya ji çeteyên DAIŞ'ê re avahiya Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê dagir kir. Dayikên Aştiyê piştî avahî dagir kir, pace vekirin û dirûşmayên ""Biji Berxwedana YPG" û "Kujer DAIŞ, tevkar AKP" berz kirin.