Dayikên Şemiyê: Pêkanînên herî giran bi AKP’ê re çêbû

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn yê ku di bin çavan de hatibû windakirin. Di çalakiyê de hate gotin ku AKP’ê nûnerê beşek girîng ya sûcên têkildarî windayan e.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 675’emîn de li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Wêneyên windayan hatin raxistin û qurnefîl û laçikên spî danîn ser wêneyan. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî pirsîn yê ku di 20’ê Sibata 1994’an de li Rawestgeha Omur a semta Încîrlî Bakirkoyê binçav kirin û pişt re qet agahî jê nehat girtin.

Parlamenterên CHP’ê Hîlmî Yariyici û Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Di tevahiya çalakiyê de dayika Aydinlar rondikên çavan barand û dayika Murat Yildiz ê li Îzmîrê hat windakirin, Hanîfe Yildiz bi destê wê girt û aş kir. Dîmenên piştgiriya hev dikin ango bi destê hev digirin derket holê. 

‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’

Di çalakiyê de destpêkê parêzerê Aydinlar, Eren Keskîn axivî û behsa têkoşîna pêvajoya binçavkirin û piştî windabûnê kir. Keskîn diyar kir ku êşkence û windakirin di polîtîkaya dewletê de dewam dike û got: “Desthilatdarî diguherin, lê polîtîka naguhere. Nedîtina kujeran û ronînekirina bûyeran polîtîkaya dewletê ye.”

Parlementer Sezgîn Tanrikulu jî polîtîkaya êşkenceya AKP’ê rexne kir û got ku AKP bi toleransa sifir hat û bi toleransa sifir dewam dike.

’24 SAL E LÊNÛSKA REŞ VENEBÛYE’

Birayê Aydinlar, Recep Aydinlar jî Qada Galatasaray wek cihê ku gilîkirina sûc pênase kir û wiha got: “Lênûska reş qet venekirin. 24 sal e me vê fam kir. Tu demê polîtîkaya vê dewletê hewl neda mirov li gorî mafên xwe bijîn. Ez bang dikim ku kujeran derbixin holê. 24 sal ji ser wê derbas bûye, lê emanetên wî bidin me. Ji bo hûn vê şerma xwe binixîmînin werin vê qadê. Werin bi me re hevrû bibin.”

475 HEFTE YE DI SERDEMA AKP’Ê DE LI DAR DIXIN

Daxuyaniya vê hefteyê Mirova Şemiyê Hatîce Onaran xwend. Onaran da zanîn ku ji 675 hefteyan ev bû 475 hefte di serdema AKP’ê de li dar dixin û di serdema AKP’ê de têkildarî ronîkirina kuştinên ne diyar tu pêşketin çênebû.

‘WE ÇI KIR JI RONIYA ÇAVÊ MIN?’

Onaran anî ziman ku ji bo ew windahiyan ji kesên dewletê birêve dibin bipirsin li hev kom bûne û wiha domand: “Dayika wî dibêje ‘We çi kir ji roniya çavê min?’ 24 sal e dayika wî bi hesreta dîtina wî û hestiyên wî êşê dikişîne û çavê li deriyaye. Cuneyt Aydinlar ê ji Amedê ji bo bixwîne hat Stenbolê. Di 23 saliya xwe xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû û winda kirin. Ji aliyê polîsên TEM’ê ve hat binçavkirin û ji wê rojê ve qet agahî jê nehatiye girtin. Onaran di berdewama daxuyaniyê de behsa têkoşîna ji bo windabûna Aydinlar ku parêzer û malbatê daye kir û xwest ku bûyer bê ronîkirin û kujeran derbixin holê.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.