Dayikên Şemiyê ji bo Taşkaya hatin cem hev

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku 6'ê Kanûna 1993'an dema ku hatî destgîkirin, hatibû nebedîkirin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 26 sal berê li Siwêregê hatibû windakirin pirsî. Kurê Taşkaya got: “Windayên me mirêka pergalê ne. Her çiqas nexwazin vê mirêkê bibînin jî  jî lê em li vir in.” 

 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin çalakiya xwe di hefteya 767’an de dewam kirin. Dayikan xwest li Meydana Galatasarayê çalakî li dar bixin lê polîsan wek her hefteyê dîsa destûr neda. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Gelek siyasetmedar û nûenrên saziyan beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku di 6’ê Kanûna sala 1993’an li navçeya Siwêrega Rihayê dema hatî destgîrkirin, hate nebedîkirin.
 
‘MAFÊN ME TÊN TUNEKIRIN’
 
Daxuyaniya vê hefteyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwend. Yolerî behsa binpêkirina mafên mirovan kir û got: “Mafê me yê destûra bingehîn tune tê hesibandin. Êdî bes e, ji bo em bigihîjin windayên xwe û edaletê em dewleta hiqûqê dixwazin.” 
 
LI AQÛBETA TAŞKAYA PIRSΠ
 
Yoleri çîroka windakirina Huseyîn Taşkaya yê 26 sal berê li Siwêregê hat windakirin parve kir û li aqûbeta wî pirsî. Yolerî da zanîn ku tevî hemû lêgerîn û hewldanên malbatê jî Taşkaya nehat dîtin û dema malbat li Siwêregê ji emniyet û cendirmeyan Taşkaya dipirsî rayedaran ji wan re gotiye biçin ji sercerdevan ê parlamenterê DYP’ê Sedat Bucak bipirsin. Yolerî xwest ku aqûbeta Taşkaya were eşkere kirin û kujer bên cezakirin. 
 
‘WINDAHYÊN ME MIRÊKA PERGALÊ NE’ 
 
Piştî daxuyaniyê, keça Taşkaya, Serpîl Taşkaya diyar kir ku 26 sal in ew di nava vê têkoşînê de cih digirin û got: “Em ê vê têkoşîna xwe dewam bikin. Bavê min û însanên din ji aliyê hêzên bêwesf û bêwîjdan ve hatin qetilkirin û windakirin.” 
 
Kurê Taşkaya,  Şerîf Taşkaya jî anî ziman ku bavê wî li cihek ku bi sedan şahid hene hatiye destgîrkiin û wiha got: “Me li Rihayê tu tiştek bi dest nexist. Me di sala 1995’an de li Meydana Galatasarayê dest bi lêgerîna windahiyên xwe kir. Mehmet Agar û Tansû Çîler qatilên windayên me ne. Bûye ku êdî em li wê serdemê digerin. Windayên me mirêka pergalê ne. Her çiqas nexwazin vê awêneyê bibînin jî lê em li vir in. Duh salvegera qetilkirina bavê min bû. Me bavê min di salvegera 26’emîn de bibîr neanî. Çimkî em vê mirinê qebûl nakin.