Dayikên Şemiyê, ji bo Taşkaya hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn ku beriya 31 salan li Sêweregê ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve di bin çavan de hate windakirin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan, di cara 1028’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê bi qurnefîlên di destê xwe de û bi wêneyên windayan, li qadê hatin ba hev.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û gelek parêzvanên mafan, beşdarî çalakiyê bûn.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn ku beriya 31 salan li mala xwe ya li navçeya Riha ya Sêweregê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin.

Bûka Taşkaya, Ayşe Taşkaya daxuyaniya da çapemeniyê û qala çîroka wî kir.