Dayikên Şemiyê: Ev 22 sal in edalet winda ye!

Dayikên Şemiyê gotin ku ‘Ev 22 sal in edalet winda ye’ û xwestin ku berpirsên doza Kerboranê ya JÎTEM’ê werin cezakirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 658’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê li qada Galatasarayê kom bûn û xwestin hesap bê pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin û qurnefilên sor û çarikên spî ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê. Dîsa dowîzên ku wêneyên windayan li ser bûn bilind kirin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Pervîn Buldan, Sezaî Temellî, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kesên cuda amade bûn. Dayikên şemiyê di vê hefteyê de bal kişandin ser doza  Kerboranê ya JÎTEM'ê û xwestin edalet cihê xwe bibîne.

Di çalakiyê de Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku di 23'ê Sibata 1995’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Murat Yildiz hat binçavkirin û winda kirin û ji bo lêpirsîn bê nûkirin û ji nû ve bê dîtin serlêdan kiriye. Yolerî, anî ziman ku dozger jî li dijî vê yekê doza windabûnê vekiriye.

NAVÊ ZILMÊ TÊ GUHERTIN

Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikûlû, anî ziman ku ew ji pêvajoya bîrên mirinê hatin pêvajoya jêrzemînên komkujiyê û wiha got: "Dosyeya Kerboranê sewqî gelek cihan hat kirin. Ne tenê dosya Kerboranê. Dosyayan jî wekî mirovan sirgûn dikin û ji cihekî dibin cihekî din. Navê îxtîdarê tê guhertin, lê rengî zilma wan nayê guhertin."

‘DOZA WINDA VEKIRIN'

Dayika Murat Yilmaz ê di 23'ê Sibata 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Hanîfe Yildiz jî anî ziman ku 22 sal in 4 demsal li Qada Galatasarayê li edaletê digere û wiha got: “Ji bo aqûbet bê aşkerekirin me doz vekir. Lê encam li holê ye. 22 sal in edalet winda ye. Di navbera salên 1980, 1995 û 2017… 'an de ji wê rojê heta niha gelek îktidar hatin û çûn. Lê ev zilma li dijî me nehat guhertin. Di vê pêvajoya çalakiyan de kesên ji nava me bar kirin hene. Lê bi înat em zêde dibin. Di 9'ê Mijdara 2017’an de wê li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Gebze wê doza Winda bê dîtin. Kurê min li nifûsa Gebze ne qeydkirî ye. Kurê min li nifûsa  Stenbolê qeydkirî ye. Bila kesên min doz li wan vekiriye nîşanî min bidin."

Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin Masîde Ocak daxuyanî da. Ocak, anî ziman ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê hesap ji wan nehatiye pirsîn rê li pêş sûcên din hatiye vekirin û wiha got: “Pergala bê cezakirinê aramî û edaletê ji civakê dûr dixe û jiyana civakî ya ewle dûr dixe. Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin bê ceza tên hiştin. Em bang li saziyên navneteweyi dikin ku li diji vê yekê berpirsiyariyên xwe pêk bînin." 

ÎŞKENCEYA GIRAN DÎTIN

Ocak, anî ziman ku di 29'ê cotmeha 1995'an de leşkeran bi ser Kerborana Mêrdînê de girtin û 3 zarok 2 xwendekarên lîse bi giştî 7 kes binçav kirin. Zarokê 12 salî Davût Altûnkaynak, ya 13 salî Seyhan Dogan, yê 16 salî Nedîm Akyon, yê 19 salî Mehmet Emîn Aslan, yê 20 salî Abdurrahman Olcay, yê 21 salî Abdurrahman Coşkûn, yê 57 salî Suleyman Seyhan birin Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê.

Dayika Davut Altûnkaynak Hayat Altûnkaynak, keça Suleyman Seyhan Fehime û xwişka Seyhan a 11 salî Haznî 3 rojan rastî îşkenceya giran hatin û piştre hatin berdan. Dema hatin berdan rastî îşkenceya giran hatibûn.

SERLÊDANA SÛC BÊ ENCAM MA

Ocak, anî ziman ku piştî malbatan serlêdana sûc kir hemû hewldanên malbatan bê encam ma û wiha got: "Di serlêdanan de bersîva 'Piştî lêpirsînê hatin berdan û tev çûn çiyê' dan malbatan. Ji bo malbat carek din serlêdana sûc nekin gef li malbatan xwar. Hemû serlêdanên sûc bê encam bi dawî bûn. Di 6'ê Adara 1996'an de bedena Suleyman Seyhan a bê serî di bîrekê de hat dîtin.  Cawîşê Pispor Bilal Batirir jî piştî bîr nîşan da li Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê hat windakirin.

PEYMAN HAT ÎHLALKIRIN

Ocak, anî ziman ku pişti hewdana ÎHD’a Mêrdîn, di 29'ê Gulana 2009'an de Serdozgeriya Komarê yê Kerboranê ji nû ve dosya vekir û û derket holê ku kesên hatin binçavkirin hatine kuştin û li Kerboranê di bîrekê de hatine definkirin û wiha got: "Di kolandina salên 2012, 2013 û 2015'an de kesên hatin windakirin hestiyên wan derketin holê û hat dîtin ku kesên hatine binçavkirin bi îşkenceya giran hatine kuştin. Piştî vê yekê der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Mêrdînê Hurşît Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre jî di nav de der barê 18 kesan de doz hat vekirin. Lê dosya ku li Mîdyatê hat vekirin şandin Semsûrê. Mafên ku di peymana mafên mirovan a navneteweyî de hatiye îmzekirin hatin îhlalkirin. Di 7'emîn rûniştina doza ku di 13'ê Adara 2017'an de li Semsûrê hat dîtin, biryar dan ku dozê sewqî Enqereyê bikin û doza Kerboranê ya JÎTEM'ê û doza Qoserêya JÎTEM'ê bi hev re kirin yek.

‘DOZ JI BAJAREKÎ BIRIN BAJAREKÎ DIN'

Ocak, herî dawîn destnîşan kir ku divê sûc li kijan herêmê hatiye kirin ew dadgeh li wê dozê binere û wiha got: "Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê bêyî bi encam bibe heyeda dadgehê xwe paşve kişand. Serî li rêbaza dozê ji bajarekî bibe bajarekî din û bajar bi bajar bigere de dît. Ev biryara dadgehê rê li pêş sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin vedike. Em ê heta dawî bişopînin."