Dayikên Şemiyê: Em ê tu carî dev jê bernedin!

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan yên serbest hatin berdan, gotin: ‘’Em ji navenda bîra xwe Qada Galatasarayê bernadin. Heta hemû windayên me bên dîtin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.“

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan ji ber hefteya 900’emîn a têkoşîna edaletê ya ji bo aşkera kirina aqûbeta xizmên xwe yên destgîrkirî hatine wendakirin û cezakirina kujerên diyar xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bixin, lê bi awayekî nehiqûqî hatin kelemçekirin û desgîrkirin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên hatin destgîkirin hatin serbest berdan. Dayik û parêzvanên mafên mirovan piştî ku serbest hatin berdan û hatin ber Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Li vir daxuyanî hat dayîn û hate gotin ku ew dev ji Qada Galatasarayê bernadin.

‘TÊKOŞÎN WÊ BERDEWAM BIKE‘

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bi bîrxist ku Qada Galatasarayê cihê bîrê ye  û got: “Dayikên Şemiyê yên ji ber hefteya 900’emîn a çalakiya rûniştinê xwestin daxuyaniyê bidin hatin astengkirin û destgîrkirin. Desthilatdariya otorîter êdî xwe di ser hiqûq û makezagonê re jî dibîne. Lê ez bawer im wê ev derbas bibe. Em bawer in ku wê muxelefeta siyasî û civakî bi têkoşîna hevpar wê ji heqê vê rewşê derbikeve. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan tu car dev ji cihê xwe yê hiş û bîrê bernadin. Ev têkoşîn wê her berdewam be.“

‘HETA DAWIYÊ EM Ê LI WINDAYÊN XWE BIGERIN‘

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî, bi bîr xist ku Qada Galatasarayê destkeftiyeke parêzvanên mafên mirovanû xizmên wendayan e ku kar kirine. Keskîn îşaret bi wê yekê kir ku Qada Galatasarayê her a Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan e. û wiha pê de çû: “Bi guherîna aqlê dewletê ne şert e ku aqlê wan jî biguhere. Çend sal berê Tayyîp Erdogan ê hingê serokwezîr bû xizmên wendayan kirin mêvan. Got, ‘Wê di dema me de tu destgîrkirin nebin û em ê aqûbeta yên di destgîrkirî hatine windakirin aşkera bikin‘. Çi bû? Tu tişt nebû. Berpirsê windayan Mehmet Agar û yên wekî wî niha bi desthilatdariyê re ne. Aqlê wan guherî lê yê wek xwe ye. Em tim li heman cihî ne û heta bi dawiyê em ê li windayên xwe bigerin.“

‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME‘

Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê destgîrkî hat windakirin jî destnîşan kir ku yên wan destgîr dikin sûcekî din jî dikin û dibin şirîkê sûc û ev tişt got: “Ên soz dan me, dayik Elmas û Berfoyê di rûniştina 700’emîna çalakiya me de nîşan dan ku bûne şirîkê vî sûcî. Bila were zanîn ku em ên ketine hewila haydar bûyîna ji rewşa windayên xwe, me tu car dev jê bernedaye û bernadin jî. Heta windayê mey ê dawîn jî bê dîtin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.“