Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsî

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo pirsîna aqûbeta Hasan Gulunay li Qada Galatasayê hatin ba hev ku Gulunay 32 salan beriya niha ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bi tu awayî agahî jê nehat standin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina kiryarên wan li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Parêzvanên mafên mirovan jî piştevanî da Dayikên Şemiyê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Hasan Gulunay ê ku 32 salan beriya niha hate windakirin, pirsî.

Di çalakiya vê hefteyê de daxuyanî ji aliyê xwişka rojnameger Ferhat Tepe, Ayşe Tepeyê ve hate xwendin. Ayşe Tepeyê diyar kir ku nasnameya Alî Ekber Atmaca  li ser Hasan Gulunay ê ku li Stenbolê li heman taxê diman derketiye ku Atmaca  di 23’yê Gulana 1992’yan de li Artvînê hatibû binçavkirin û bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Her wiha Tepeyê anî ziman piştî ku Gulunay di 20’ê Tîrmeha 1992’yan de tê binçavkirin, winda dibe û ji wê demê heya niha bi tu awayî agahî jê nayê standin.

Ayşe Tepeyê ragihand ku şahidekî ku di heman demê de li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin,  Gulanay gotiye; ‘’Ez naxwazim di bin çavan de werim windakirin’’ û êşkencekaran ji şahidekî din ê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê re gotine; ‘’Me Hasan Gulunay kuşt, dora te ye.’’

Her çend malbata Gulunay serî li saziyên fermî jî da bêyî ku lêpirsek were birêvebirin bi egera bihurîna demê biryara ‘’hewceyî bi lêpirsînê tune ye’’ hate dayîn.