Dayikan serdana Yûsûf Îba kirin

Dayikan serdana Yûsûf Îba kirin ku li Torontoyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Greva birçîbûnê ya Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 26'an de ye. Daikan serdana Yûsûf Îba kirin.

Yûsûf Îba ku li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, moralê wî bilind e. Bi sedan Kurdistanî rojane serdana Îba dikin. Yên ku herî dawî serdana Yûsûf Îba kirin, dayikên ji Bakurê Kurdistanê bûn. Dayikan pê re sohbet kirin, jê re stran gotin û diyar kirin ku ew xwedî li çalakiya Yûsûf Îba derdikevin.