Dayikan ji bo zarokên xwe nameya 'îstifa' yê nivîsandin

Li Îtalyayê bi dehan salane, jin di dema ku ducanî dibe neçarî îstîfa kirinê dibin. Îro ev rewş ji bo hezaran jin hê jî derbasdare.

Rojnameya Îtalyayê Corrîere della Sera ji bo balê bikêşe li ser vê rewşê kapmanyayekî bi vîdeoya sernavê 'Moms Don't Quit' da destpêkirin. Di vîdeoyê de dayik têkildarî îstifayê nameyekî balkêş dişînin.

Kampanya bal dikişîne ser vê; "Li Îtalyayê bi dehan salan, jinan dema ducanî dibûn neçarî îstifayê dibûn û ev rewş îro hêj ji bo hezaran jinan derbasdare."

 

 

Rojnameyê di vîdeoya kampanyayê de ji dayikan xwest ku ji bo îstifayê ji zarokên xwe nameyekî taybet binivîsin.

Di nameyê de jinan diyarkiriye ku neçarî karkirinê ne û êdî dayiktiyê ji zarokan re nakin. Di vê vîdeoyê de dayik û zarok tên beramberî hev.

Di nameyê de ev tişt tê gotin:

"Evîna min, ev salên dawî salên herî xweş ên jiyana min bû. Tu kûrê minî û jiyanekî bê te ez xeyal nakim. Lê belê îro, ji bo ku ez bixebitim neçarî îstifa bikim. Êdî ez nabim dayika te. Di vê ez dawî li vê bînim û neçarim kar bikim. Dayikekî ku kar dike di heman demê de nabe dayik. Ez ji te hez dikim û lêborin dixwazim. Dayika te."

Di dîmenên vîdeoyê de giriyê zarokan, hêrs û tirsa wê ti bersivan nagre. Corrîerre della Serra ji bo kesên ku înternetê kar tînin bang kir ku kampanyaya bi sernavê '#MomsDon'tQuit' îmze bikin û wiha bi dawî dike; "Eger ku zarok bifikirin ku ev ne bas û bi êş e çima em fêm nekin? Dem hatiye ku em tercîhê ji dayikan re bihêlin."