Dayika Mûrat Araç: Kurê min xwe nekuşt, dewletê ew kuşt!

Dayika Mûrat Araç ê li Antalyayê ku hate îdîakirin di binê çavan de xwe kuştiye Azîze Araç diyar kir, ku li ser bedena kurê wê şopa lêdanê hebû û got, "Dewletê kurê min kuşt."

Ciwanê 19 salî Mûrat Araç li navçeya Gazîpaşaya Antalyayê di kontrola rê de bi hinceta li ser wî nasnameya sexte derketiye, cendirmeyan ew binçav kir û ew teslîmê miduryeta polîsan kir, piştre hat îdia kirin ku Araç xwe di qata 3'yemîn de avîtiye û dawî li jiyana xwe aniye. Dayika Araç Azîze Araç, der barê mirina kurê xwe de axivî.

Dayik Araç destnîşan kir ku kurê wan dema di kontrola rê de hatiye binçavkirin, cendirmeyan li wan geriya ye û bi bav Araç re axiviye û ev tişt got: "Rayederan ji bavê Murat re gotin ku li ser kurê we nasnameya li ser navê Azîz T. qeydkirî derketiye û xwestin ku em ji wan re fotokopiya nasnameya wî bgişînin. Me fotokopiya nasnameya Murat ji cendirmeyan re şand. Îlhan (birayê wî) ji bo Murat bibîne çû qereqola cendirmeyan, wan jî diyarkiribû ku sewqî emeyetê kirine û xwestine ku malbat biçe emyetê."

'KURÊ MIN XWE NE KUŞT, EW KUŞTIN'

Dayik Araç anî ziman ku ji bo ew Murat bibînin çûne Miduryeta Polîsan a Antalyayê, li emyetê pirsa zarokên wan kirine û der barê zarokên wan de agahî xwestine. Araç diyar kir ku ji wan re gotine ku kurê we ne li vir e û wiha pê de çû: "Gotin ku 'Li morga nexweşxaneyê cenazeyek heye. Li wir mêze bikin.' Kekê wî ket morgê û cenaze teşhîs kir. Li ser daxwaz û israran ez jî ketin morgê. Min destpêkê rûyê wî vegerand. Di paşiya stûyê wî yê aliyê çepê de cihê derbê yê kûr hebû û birîn pir kûr bû. Tiliyên min di birînê de çûn. Di çavê wî yê rastê de şopa reşbûnê hebû û werimî bû. 2 diranên wî şikestibûn, sûretê wî derb kiribûn û reş bûbû. Hê ji guhên wî xwîn dihat. Min xwe xwar kir û destên wî maç kir û min ji polîsan re got ku kurê min xwe nekuşt, we ew kuşt, vê dewletê ew kuşt."

‘RÊZ NADIN MIRÎ Û ÊŞÊN ME’

Dayik Araç, da zanîn ku kurê wê ne ew zarok bû ku întîhar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bawer nakim ku kurê min întîhar kiribe. Ên ku bûn sedema cigera min bişewite, xwedê cigera wan jî wisan bişewitîn e.”

Araç, derbirî ku heya rojek emrê wê hebe, ji bo rastî derbikeve holê wê tê bikoşe û wiha domand: “Li wir me wesayîta cenaze xwest, lê nedan me. Me xwest em bibin mizgeftê û bişûn, destûr nedan me. Bi heman awayî li vir jî şaredariyê wesayîta cenaze neda me û destûr neda em mala şînê vekin. Gora wî jî me bi destên xwe kola.”

‘HEYA EM NEBIN YEK EM Ê VAN ÊŞAN BIKIŞÎNIN’

Dayik Araç di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ewlekariya polîsan a navçeyê ji bo konê sersaxiyê heye. Me li hewşa malê kon veda, li me geriyan û gotin ‘ger hûn ranekin, em ê bên xera bikin.’ Li ser vê yekê me jî konê sersaxiyê rakir. Ev pergala celad ji mirî û êşên me re jî rêzê nade nîşan. Ger em nebin yek, heya em hebin em ê van êşan bijîn.”