Dayîka Bozkoyûn yê gerîlayê PKK’ê jiyana xwe ji dest da

Dayîka Bozkoyûn yê gerîlayê PKK’ê jiyana xwe ji dest da

Dayika damezirînerê PKK'ê Cuma Bozkoyûn, Kezîban Bozkoyûn li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê di sala 1979'an de damezirînerê PKK'ê Cuma Bozkuyon bi tevî 4 hevalê xwe di şerê derket de jiyana xwe ji dest dabûn. Dayika damezirînerê PKK'ê Cuma Bozkoyûn, Kezîban Bozkoyun li Mersînê di nexweşxaneya dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Bozkoyûn 20 rojin bû ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê di hat dermankirin, vê sibê jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barên nexweşxaneyê wecîbeyên olî pêkanîn û cenazeyê Bozkoyûn li Goristana Guneykentê hat definkirin. Piştî definkirinê ji bo dayika Bozkoyûn li Taxa Karaduvarê konê sersaxiyê hat vedan. 

Bozkoyûn gerîlayê PKK'ê di 11'ê Îlona 1979'an de li gundê Axşuna Curnê Reşa Rihayê bi tevî 4 hevalê xwe yên bi navê Cûma Tak, Abdurrahman Manap, Sadûn Demîrkoç, Alî Çat di şerê ku derket de jiyana xwe ji dest dabûn.