Dayika Baydemîr wefat kir

Dayika Baydemîr wefat kir

Dayika Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ku ev demek dirêj bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestixistin, dayika Baydemîr, Azîze Baydemîr ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin  û ji nexweşxaneyê hat derxistin, li malê jiyana xwe ji dest da.

Azîze Baydemîr, îro piştî nimêja ku dê bê kirin, li goristana Yenîkoy dê bê definkirin. Baydemîr sersaxiyan dê li Mala Havedanliyan ya Baglarê qebûl bike.