Dayika Baydemîr, Azîze Baydemîr hat definkirin

Dayika Baydemîr, Azîze Baydemîr hat definkirin

Dayika Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Azîz Baydemîr ku şevê din jiyana xwe ji dest da li Amedê bi merasîmê hat definkirin.

Dayika Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Azîz Baydemîr ku ev demeke tedawî didît, şevê din jiyana xwe ji dest da û li goristana Yenîkoy ya Amedê bi merasîmê hat definkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, malbata Baydemîr, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanka, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cigira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên BDP'î, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, endamên DIAYDER, saziyên civakî û gelek welatî tevli merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Azîze Baydemîr, anîn Mizgefta Goristana Yenîkoy û piştî vecîbeyên olî cenaze birin goristana Yenîkoy. Dema definkirina cenaze endamên malbata Baydemîr rondik barandin. Piştî kar û barê definkirinê malbata Baydemîr û kesên ku tevli merasî bûbûn, çûn Mala Şînê ya Havedaniyan.

Malbata Baydemîr dê 3 rojan li Mala Şînê ya Havedaniyan taziyeyan qebûl bikin.