Dayika Aştiyê Vesîle Çerî jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Vesîle Çerî ku salên dirêj ji bo aştî û azadiyê têkoşiya, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Vesîle Çerî ya li navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijiya û 2 zarokên wê di nava refên gerîla de şehîd bûn, danê sibehê li mala xwe jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Dayika Aştiyê Vesîle Çerî li goristana Taxa Ofîsê ji aliyê xizm û hezkiriyên wê ve hat veşartin û li gundê Musîkî şîn hat danîn. 

Kurê Vesîle Çerî Nîhat Çerî (Alî Battal) di sala 1988’an de li Mêrdînê, Ferhan Çerî (Alî Battal) jî di sala 1998’an de li Tokatê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Vesîle Çerî salên dirêj di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de ji bo aştî û azadiyê têkoşiya.