Daxwaza wê ya dawî dîtina kurê xwe yê girtî bû, lê nedît

Hedla Aksû ya 84 salî dixwest kurê xwe Abdulkadîr Aksû bibîne ku li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê girtî ye. Lê belê ev daxwaza wê bi cih nehat û wefat kir.

Hedla Aksû, 20’ê Hezîranê ji ber nexweşiya dil û tansiyonê li Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê dihat dermankirin îro vê sibehê jiyana xwe ji dest da. 

Daxwaza dawî ya Hedla Aksûyê ew bû ku beriya mirinê kurê xwe bibîne. Ji bo bicihanîna daxwaza wê tiştê ku divê nexweşxaneyê bikira ew bû ku nebaşbûna rewşa Aksûyê bikira rapor.

Dayik Aksû, tevî rewşa xwe ya nebaş, çendeyek bû ku diçû nexweşxaneyên dewletê û yên taybet û dihat. Lê hem nexweşxaneyan hem jî rêvebiriya girtîgehê guh neda daxwaza dayikê.

Piştî ku dayikê jiyana xwe ji dest da, şertê ku pere bide girtî dikare tev li meresima cenaze bibe dan ber malbata girtî. 

Hat ragihandin ku ji malbata telefonê girtîgehê kiriye re wiha hatiye gotin: "Ji bo anîna taziyeyê ya Abdulkadîr Aksû divê 3 hezar û 500 TL bê dayîn."

Malbatê diyar kir ku heke pere razînin wê Aksû sibehê bînin taziyeyê.