Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza hevdîtinê ya biryarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi daxwaza ku roja Duşemê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re pêk bînin, serî li dozgeriyê dabûn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxwaza wan red kir.

Her wiha serlêdana ji bo hevdîtinê ya malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê girtîne jî hat redkirin.

Serdozgeriyê daxwaza malbatan bi hinceta hikma “Sînordarkirinên ji bo hikumxwaran” a di Qanûna Der Barê Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya Jimare 5275’an de cih digire red kir.