Daxuyaniya Qesra Spî ya der barê vekişînê

Qesra Spî ragihand ku Tirkiye 'wê di demeke nêz de' operasyonekê bike û diyar kir, ew ji sînor vekişiyane û ji niha û pê ve wê Tirkiye ji DAÎŞ'iyên girtî berpirsyar be.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê DYE'yê Donald Trump re bi rêya telefonê axivî, DYE'yê hêzên xwe yên li ser sînorê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişand.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hate gotin, "Tê payin ku Tirkiye di demeke nêz de li dijî Bakurê Sûriyeyê operasyonekê bike."

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Hêzên Emerîkî wê piştgiriyê nedin oeprasyonê, wê tevlî operasyonê nebin û hêzên Emerîkî yên ku xalîfetiya Dewleta Îslamê têk birin wê êdî li qadeke nêz nebin."

Qesra Spî der barê detayên operasyona dagirkeriyê ya Tirk de agahî eşkere nekir.

Qesra Spî ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê QSD'ê de girtîne diyar kir, "Hikumeta DYE'yê gelek caran ji Fransa, Elmanya û welatên din ên Ewropayê xwest ku şervanên Dewleta Îslamî yên girtî ne û ji welatên wan hatine bibi, lê belê naxwazin û red dikin. (...) Tirkiye wê niha li qadê ji hemû şervanên Dewleta Îslamê yên du sal in li herêmê hatin girtin berpirsyar be."